Ji bo girtiyên li Girtîgeha Amasyayê banga hestyariyê
Ji bo girtiyên li Girtîgeha Amasyayê banga hestyariyê
Ji bo girtiyên li Girtîgeha Amasyayê banga hestyariyê
Girtiyê siyasî Nevzat Demîr ê li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê tê ragirtin, bi nameyekê ragihand ku ew bi binpêkirin û zextên bi qasî faşîzma 12'ê Îlonê dijwar re rû bi rû ne û banga hestyariyê kir.
Li girtîgehan, ku hewl tê dayîn li derveyî nîqaşên pêvajoya çareseriyê, normalbûyîn û demokratîkbûyînê bên girtin, binpêkirina mafan, zext mîna dema cûntaya faşîst dewam dikin. Nevzat Demîr ê li Girtîgeha Amasyayê, bûyerên bi serê wan de tên, bi nameyekê ji Nûnertiya TUHAD-FED a Enqereyê re şand.
Demîr diyar kir, ku di dema dawî de piştî greva birçîbûnê ya ji bo destekkirina Kobanê, helwesteke ku mafê wan talan dike tê nîşandan û got, "Her dawî di hevdîtina li gel hev de, zext li ziyaretvanên me hat kirin ku bi awayekî tazî li wan were gerîn. Her wiha dema em diçin cihê hevdîtina vekirî, tevî ku çend caran di lêgerînê re derbas dibin jî, zext li me tê kirin ku di cîhaza X-Ray de derbas bibin. Tê zanîn ku derbasbûna ji vê cîhazê rê li ber hin pirsgirêkên tenduristiyê vedike.
Demîr da xuyakirin ku bi giştînameyeke nû re, qedexe li ser weşanên demî û bêdem hatiye danîn û anî ziman ku hewl tê dayîn xwendin li wan bê qedexekirin. Demîr ragihand ku wan xwestine bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin, lê rêveberiyê qebûl nekiriye û got, "Em bi pêkanînên tirsnak ên dişibin 12'ê Îlonê re rû bi rû ne" û banga hestyariyê kir.