Ji bo girtiyê astengdar çalakî hate lidarxistin

Înîsîyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo Cûma Tek hatin ba hev ê ku 70 ji sedî astengdar e.

Înîsiyatîfa Azadiya ji Girtiyên Nexweş re, çalakiya xwe hefteya 265’emîn li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hat vekirin. Daxuyaniya vê heftê endama Desteya Rêveber a Navendî ya (ÎHD) Nûray Çevirmen da.

Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Cûma Tek ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin û wiha axivî: “Tek 70 ji sedî astengdar e û ev 27 meh in girtiye. Ev sê meh in Tek ji guhên xwe ne rehet e û bijîjkan jê re gotiye nexweşiya te kronîk e. Malbata Tek li navçeya Çelê ya Colemêrgê dijî. Malbat jî zêde nikare biçe girtîgehê. 4 zarokên Cûma Tek hene û ew ku malbata xwe hatine mexdûrkirin. Ji ber rewşa Tek a heyî divê demildest bê berdan.”