Ji bo Eren Keskîn tora piştgiriyê tê avakirin

Parêzvanên mafên mirovan, ji bo Eren Keskîn ku gefa cezakirinê lê tê xwarin, tora piştgiriyê ava dikin.

Ji bo Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, ku dema Berpirsyara Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê bû zêdeyî 140 doz lê hate vekirin û gef lê tê xwarin ku cezayê girtîgehê lê bê birîn, tora piştgiriyê tê avakirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bang li her kesî kir, ku tevlî vê tora piştgiriyê bibin.

Ji bo ragihandina "Tora Piştgiriya bi Eren Keskîn re" wê îro saet 19:30 de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê civînek bê lidarxistin.

Di daxuyaniya hevpar a ÎHD û TÎHV'ê de hat gotin, "Ligel Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê, Eren Keskîn endama Desteya Damezrîner a TÎHV'ê ye û parêzvaneke mafên jinan e. Ji bo em nehêlin ku hevala me Eren Keskîn bi zexta dadgeriya sîstema otorîter bikeve girtîgehê, pêwîstî bi piştgiriyê heye û em bang li hemû dost û parêzvanên mafên mirovan dikin, ku piştgiriyê bidin."