Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdanên nû hatin kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 36 meh in tu agahî jê nayê girtin, serlêdaneke nû kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina wî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Serlêdana nû  ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Razîye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklîyî ve hate kirin. Parêzeran ji bo miwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşî jî serlêdan kirin.

Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd û sê girtiyên din ên li Îmraliyê bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ tên astengkirin. Tevî daxwazan jî nimreya dosyaya cezayê dîsîplînê bi parêzeran re nayê parvekirin.