Ji bo dengdêrên li Ewropayê bang hate kirin
Dema lêpirsîna li qeyda dengdêriyê ya hilbijêrên li derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja 12'ê Gulanê diqede. HDP-Ewropayê işaret bi girîngiya hilbijartinê kir û bang li dengdêran kir.
Dema lêpirsîna li qeyda dengdêriyê ya hilbijêrên li derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja 12'ê Gulanê diqede. HDP-Ewropayê işaret bi girîngiya hilbijartinê kir û bang li dengdêran kir.
Dema lêpirsîna li qeyda xwe ya dengdêriyê, ji bo dengdêrên li derveyî welat roja 12'ê Gulanê (sibe) diqede. Kesên ne qeydirî ne, di nava vê demê de ya divê qeyda xwe çêbikin, ya jî wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de nikaribin dengê xwe bidin.
'Lîsteya Dengdêrên li Derveyî Welat' roja 2'ê Gulanê hate ragihandin û wê 12'ê Gulanê roja Şemiyê li gorî dema Tirkiyeyê saet 17'an bê rakirin. Welatiyên Komara Tirkiyeyê yên li derveyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn, heta 12'ê Gulanê divê li navnîşana www.ysk.gov.tr li beşa "Yurtdışı Seçmen Sorgulama" (Lêpirsîna li dengdêriyên li derveyî welat) (https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtdisi.jsp ) kontrol bikin bê qeydkirî ne yan na. Her kesên ku heta roja dengdanê 18 salê xwe dagirtî be û li lîsteya dengdêrên li derveyî welat qeydkirî bin, wê karibin dengê xwe bidin.
Kesên ku dixwazin qeyda xwe sererast bikin, ya jî navnîşana xwe ya nû ragihîne, divê tevî nasnameya xwe heta 12'ê Gulanê serî li nûnertiyeke li derveyî welat bidin. Û 'Forma Beyankirina Navnîşanê' (Form B) (http://www.ysk.gov.tr/doc/dosyalar/AdresBeyan-Yurtdisi.pdf ) dagirin, îmze bikin û bidin.
Yên ku heta 12'ê Gulanê li Tirkiyeyê ne, divê bi nasname ya jî parasporta xwe biçin midûriyeta nifûsê û heman formê dagirin.
HDP-EWROPAYÊ BANG KIR
HDP-Ewropayê işaret bi girîngiya dîrokî ya hilbijartinê kir û destnîşan kir ku 'dengekî bi tenê' jî di vê hilbijartinê de wê diyarker be. Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê, KCDK-E û hemû pêkhateyên wê hem li hemû herêman, hem jî bi rêya medyayê dengdêran agahdar dikin ku xwedî li mafê xwe yê dengdanê derkevin. HDP-Ewropa doh careke din bi bîr xist ku 12'ê Gulanê roja dawî ye û bi vê armancê dîmenek parve kir. Di dîmen de bersiv ji van pirsan re tê dayin: "Hûn li lîsteya dengdêran a li derveyî welat qeydkirî ne? Eger hûn ne qeydkirî bin, hûnê çawa karibin xwe qeyd bikin? Tevî ku penaber in jî dikarin çawa dengê xwe bidin?"
Yurtdışı seçmen kütüğüne kayıtlı mısınız? Değilseniz nasıl kayıt olabilirsiniz? 'İltica etmiş' olduğunuz halde nasıl oy kullanabilirsiniz?
— HDP Avrupa (@HdpEurope) 10. Mai 2018
Bütün sorularınızın cevabı videomuzda. Seçmen kayıtları için son gün 12 MAYIS!
Paylaşalım, henüz kayıt yaptırmamış dostlarımıza ulaşalım. pic.twitter.com/gaVQFFdZyP