Ji bo azadiya Ocalan li Torontoyê belavok hatin belavkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, komek ji çalakgeran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kir.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, komek ji çalakgeran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kir.
Çalakî ji aliyê meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê ve hate lidarxistin. Belavokên li ser daxwaza ji bo azadiya Ocalan hatin belavkirin.
Vê çalakiyê, li Yonge&Bloor, Yonge&Dundas û li pêşiya Toronto City Hall ên li navenda bajêr pêk hat û sê rojan dewam kir. Çalakiyê bala welatiyên Kanadayê kişand.