Ji bo azadiya Ocalan li Swêd û Danîmarka çalakî hatin kirin

Li paytexta Swêdê Stockholmê û paytexta Danîmarka Kopenhaagê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê çalakî hatin kirin.

Ji aliyê komeke jinên Kurdistanî ve li pêşiya kargeha H&M a li ser Rêya Drottnîngsgatan a li navenda bajarê li tirafîkê girtin çalakiyek kirin. Jinên ku pankara wêneyên Ocalan li ser a bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” vekirin û ji bo ciwanên li derdor re têkildarî tecrîda li ser Ocalan hem bi gotinî û hem jî bi nivîskî agahdar kirin.

Ji çalakvanan Ûgûrhan Çetînakaya ya ji ANF’ê re axivî got: “Ji bo azadiya gelê Kurd û siberoja gelên Rojhilata Navîn û aştiyeke mayînde ya li herêmê bi teqez divê Ocalan bê azadkirin. Heta ku Rêbertiya me azad bibe wê çalakiyên me bidome.”

DANÎMARKA

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Di çalakiya li navenda bajar hate kirin de, li ser navê NCKD û Meclîsa Jinan a Sêvê hevseroka meclîsê Saîma Bîlen axivî. Bîlen diyar kir ku di Roja Aştiyê ya Cîhanê de li gelek deverên cîhanê û Rojhilata Navîn şer diqewimin, bal kişand ên herî zêde mexdûr in jin û zarokin.

Bîlen bal kişand ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Dayikên Şemiyê û şewata daristanan jî.

Herî dawî Bîlen bibîr xist ku mifteya aştiyê ya Rohilata Navîn Ocalan e û got: “Ji ber vê sedemê divê bi lezgîn dawî li tecrîdkirina li Îmraliyê bê û pêvajoya aştiyê destpê bike.”