"Dildarên demokrasiyê yên ji bo hilbijartineke wekhev, azad û bê fen" dest bi kampanyayê kirin. Îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de bên berhefkirin wê radestî Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Bilind û Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Bilind bên kirin. Armanc ji kampanyayê hevdana 5 hezar îmzeyî bû, lê di demeke kin de zêdeyî 5 hezarî hatin hevdan.
Di kampanya îmzeyan de hate gotin, "Nabe ku ti kes ji ber nêrîn û baweriya xwe bi rengekî cuda bê cezakirin."
Her wiha hate destnîşankirin ku demokrasî, pêşbaziya şert û mercên wekhev ên ji bo hemû nêrînan e û ev bang hate kirin:
"Ev rewş li mafên me yên welatîbûnê, li pîvanên bingehîn ên hiqûq, edalet û demokrasiyê nayê. Ji bo dawî li vê rewşê bê anîn, divê Demîrtaş bê berdan.
Bi vê wesîleyê em bang li hemû dengdêran dikin ku ji bo vî mafî, ji bo wekheviyê tevlî kampanyayê bibin."