'Ji ber ku wêneyê min ê bi dayika min re hebû, rojname nedan min'

Namzetê HDP'ê yê Serokkomarê Selahattîn Demîrtaş ku dîl girtî ye, bi rêya hesabê medya civakî bal kişand ser ambargoya medyayê ya li ser HDP'ê.

Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ku girtî ye, bi rêya hesabê xwe yê medya civakî mesajek şand. Demîrtaş bal kişand ser ambargoya medyayê ya li ser HDP'ê û wî. Demîrtaş her wiha bal kişand ser astengiyên ku li girtîgehê jî derdixînin pêşiya wî.

Demîrtaş diyar kir ku hê qedexe ye li qenalên televîzyonê nûçe li ser HDP û Demîrtaş bên amadekirin û got, "Kêm rojname cih didin nûçeyên me. Li girtîgehê jî, ji ber ku nûçe li ser min weşandine, rojnameyên BîrGun, Cûmhûriyet û Evrenselê ji bo lêkolînkirinê desteser dikin û piştî rojekê didin min. Gelo haya Wezîrê Edaletê ji vê yekê heye?"

'JI MESAJA DAYIKAN NETIRSIN, JI ŞIMIKA WAN BITIRSIN'

Demîrtaş diyar kir ku nûçeyên der barê dayika wî hatine weşandin jî tên sansurkirin û got, "Ji ber ku di pêveka rojnameya Cûmhûriyetê de wêneyekî min ê bi dayika min re û axaftina dayika min hebû, nedan min. Xuya ye ditirsin ku gotinên dayika min wê bandorê li min bikin û ji ber vê bandorê ez ê deng bidim xwe. Gelo dayika min çi gotiye? Bi ya min, ji mesaja dayikan netirsin, ji şimika wan bitirsin."