Ji ber ebolayê hejmara miriyan gihişt 5 hezarî

Ji ber ebolayê hejmara miriyan gihişt 5 hezarî

Li dijî nexweşiya Ebola ya ku bi mehane li Rojavayê Afrîkayê didome, tedbîrên hatine girtin pêşî li mirinan nagire.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) duh bîlançoya wê weşand û da zanîn ku hejmara kesên bi vîrusa ebolayê ketine gihiştiye 13 hezar û 567’an û 4 hezar û 951 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.

Nexweşiya ebola herî kêm li 8 welatan hatiye dîtin û ji sedî 95’ê bûyeran li Lîbersya, Sîerra Leone û Gîneyê hatiye tespîtkirin. Li Nîjerya, Senegal, Malî, Îspanya û DYA’yê hinek bûyer hatin tespîtkirin û rêjeya der barê ebolayê de wê ji nû ve bê revîzekirin.

Roja Çarşemê hejmarên dawî hatin aşkerakirin û hejmarên der barê Gîneyê de hatiye revîzekirin û derket holê ku hejmara rast kêmtir e. Li Gîneyê gelek kesên berê xistibûn bin karantînayê derketibû holê ku gelek ji wan bi nexweşiya ebola neketine

Hinek çavdêran diyar kirin ku hejmara kesên bi nexweşiyê ketine zêdetir e û li gorî vê hat gotin ku li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê gelek kesên jiyana xwe ji dest dane ji aliyê malbatên wan ve hatine definkirin û ji bo pêşî li karantînayê bigirin agahiyê nadin rayedarên fermî.

Hinek aliyan jî da zanîn ku bi armanca li dijî ebolayê hestiyariyê ava bikin, hejmara kesên bi nexweşiyê ketine û yên jiyana xwe ji dest dane zêde nîşan didin.

Li Îspanyayê jî berê hemşîreyek bi eboleyê ketibû û 83 kesên hemşîreyê bi wan re pêwendî danîbû, xistibûn bin karantînayê û piştî karantînaya 21 rojan şûnde hatibû fêmkirin ku bi ebolayê neketine. Ji bo ev kes ji bin çavdêriyê derkevin divê di bin çavderiya nû ya 21 rojan de derbas bibin.

Li Maliyê di hefteya buhrî de zaroka keç a 2 salî jiyana xwe ji dest da bû û der barê 60 kesên ku bi keçikê re eleqedar bibûn lêgerîn hat destpêkirin.

Ji bo başkirina ebolayê jî derzî li her welatî tên berdewamkirin. Lê li tu derî derziyên ebolayê encam bidest nexistiye. Gelek derzî hê di asta laboratuvaran de ye û hinek jî li ser nexweşên ku sewqî Ewropa û Afrîkayê kirin hatin ceribandin.

Di çarçoveya têkoşîna bi Ebolayê re heta niha bi sed mîlyonan dolar alîkarî ji bo Rojavayê Afrîkayê hatiye kirin. Herî dawî Bankaya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo neqla personelên tenduristiyê bê lezkirin wê 100 mîlyon dolar fon bişînin.