Ji Behra Reş hatin serdana Leyla Guven

Endam û rêveberên HDP’ê yên ji bajarên Behra Reş çûn serdana Leyla Guven.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 106 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Endam û rêveberên HDP’ê yên ji bajarên Behra Reş ên wekî Artvîn, Rîze, Trabzon, Samsûn, Sînop, Tokat, Amasya û Zongûldakê li Amedê çûn serdana Leyla Guven. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari jî bi heyetê re çû serdana Guven.

Endamê Desteya Rêveber a HDP’ê yê ji Trabzonê Huseyîn Taka piştî serdanê axivî û got ku, “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven meşrû ye û daxwaza wê mafdar e. Daxwaza Guven daxwaza me ye, têkoşîna wê têkoşîna me ye. Beriya ku nûçeyên mirinan ji girtîgehan were, divê dewlet û rayedarên wê çareseriyekê ji vê meseleyê re bibînin.”