Ji ATÎK’ê banga ji bo Kobanê
Ji ATÎK’ê banga ji bo Kobanê
Ji ATÎK’ê banga ji bo Kobanê
ATÎK, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku wê bi awayekî aktîf piştgiriyê bidin Kobanê. ATÎK bang li endam û alîgirên xwe kir da ku di xwepêşandanên li tevayî Ewropa pêk werin de cihê xwe bigirin.
Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Elmanya (ATÎK) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk û raya giştî kir da ku bi Rojava re bikevin nav piştevaniyê. Federasyonê di daxuyaniya xwe de got ku agirê berxwedanê yê gelê Kurd li Rojava daye destpêkirin, ji bo tevayî gelên bindest hêvîyek e.
ATÎK di daxuyaniya xwe de berxwedana gelê Kobanê silav kir û got, “Berxwedana wan berxwedana me ye. Em bang li karker û kedkaran dikin ku xwedî li berxwedanê derkevin. Em bang li raya xwe ya giştî dikin da ku tevlî çalakiyên rûniştinê, çalakiyên kon û meşên ji 24’ê Îlone tên lidarxistin bibin, hêz bidin çalakiyan û bibin hevparê berxwedana gelê Rojava.”