Ji akademîsyen, hunermend û siyaseta Fransî ji bo Efrînê banga piştgiriyê

Parlementer, endamên meclîsên şaredarî yên bajarê û herêman jî di nav de bi dehan siyasetmedarên Fransî “Li dijî dagirkirina dewleta Tirk a Rojava û Efrînê” banga parastinê kirin.

Di banga hevpar a yek ji rojnameyên herî kevin ên welat Humanînte hate parvekirin de, diyar kirin ku  ji bo projeya civakî, demokratîk û ekolojîk a li ser esasê mafê jinan û gelan a li Rojava pêk hatiye ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze tine bikin, bixin meryetê ketine nava tevgerê.

Di bangê de hate bibîrxistin ku heta niha di êrîşên li dijî Efrînê de jin û zarok jî di nav de bi dehan kes hatine qetilkirin, di nava kesên hatin qetilkirin de koçperên Ereb ên ji ber şer revîn û xwe li Efrîna aştîxwaz parastîn hatine qetilkirin. Di êrîşan de heta gelek jîngehên welatiyên sivîl hatine hilweşandin û ziyan gihiştiye binezaziyê. Ji sedsala 19’an û vir ve gelek qetlîam li ser Kurdan hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bi êrîşa li ser Efrînê re giştî gelê Kurd hatiye hedefkirin. Dîsa bi êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê re çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê kirine. Ev dide nîşan dan ku êrîşên tên kirin bi awayê ‘kordîne’ tên kirin. Ev êrîş destê çeteyên DAIŞ’ê xurtir dike û dibe nefesek ji bo wan.

Şervanên QSD’ê bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dike, di vê rêyê de şervan canê xwe feda dikin. Li beramberî vê hemû êrîşan jî tenê daxwaza wan di nava aştî û aramiyê de bijîne.”

Di daxuyaniya hevpar de daxwaz hate kirin ku divê êrîşên dagirker ên li ser Efrînê bê bidawîkirin û hêzên dagirker ên Tirk ên li Sûriye bên vekişandin; ji bo li dijî dîktatoriyê, parastina Rojava û rawestandina bomberdûmanan divê qada hewayî ji balafiran re bê qedexekirin.

Parlementer,senetor, serokên şardariyên bajêr, herêm û endamên meclîsan, hunermend, akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan û rojnamevanan piştgirî dan banga hevpar.

Navên îmzeya xwe li metna banga havpar xistin wiha ne:

Parlementera Parlementoya Ewropa Keskan-Ekolojî-EELV Eva Joly, parlemetera berê Isabelle Attard, Alîkara Serokê Meclîsa Herêma Bretagne Lana Loûarn, hiqûqnas Pîerre Bance,Endamê Meclîsa Herêma Parîs Keskan-EELV Jûlîen Bayoû,Sekreterê Giştî yê berê yê NPA û namzetê hilbijartina Serokkomariyê ya 2007’an Olîvîver Besancenot,Serokê Şaredariya Herêma 2 a Parîs Jacqûe Boûtaûlt, parlemeterê berê Noel Mamere, Endamê Meclîsa Herêmê û parlementerê Bretagne Paûl Malac,Endama Meclîsa Herêma Aûvergne Rhone Alpes Corînne Morel Darleûx, Alîkarê Serokê Şaredariya Rennes Charlotte Marchandîes, Seroka Şaredariya Herêma 1’an a Lyon Nathalîe Perrîn-Gîlbert, Endama Meclîsa Herêma Bretagne Gaelle Vîgoûroûx, endama Meclîsa Şaredariya Rennes Ana Sohîer, Endama Meclîsa Herêma Vretagne Mona Bras,Parêzvanê Mafê Mirovan Theo Brocart, Parlementerê berê yê EELV Sergîo Coronodo, Berdevka Yekîtiya Demkoratîk a Bretona Nîl Caoûssîn,Nivîskar Mîreîlle Coûrt, Şêwirmendê Çandê Gûcîe Cabîac, Dîroknas Laûrencede Cock,Rojnamevan Chrîsden Hond, Endamê Meclîsa Şaredariya EELV a Parîs Jerome Gleîzes,Hunermend Elîe Guîlloû, Alîkara Serokê berê yê Meclîsa Herêma Bretagne Chrîstîna Gûyonvarch,Nivîskar û wergêrvan Alaîn Kervern, Endama Meclîsa Herêma Parîs Annîe Lahmer, Dîroknas Jûlîette Lancel,Dîroknas Mathîlde Larrere, Rojnamevan RAphael Lebrûjah, Hunermenda muzîka Eno Marîe-Barbara Le Gonîdec, Endamê berê yê Meclîsa Herêma Bretagne Rene Loûaîl, Koordînatorê Giştî yê Wexfa Copernîc Wîlly Pelletîer û Derhênerê Belgefilman Tancrêde Ramonet…