Ehmed Pelda bal kişande ser vê yekê ku di dema hukûmeta Çîller de ji ber şerê qirêj ê li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hat birêvebirin, li Tirkiye krîzên cidî yên aboriyê çêbûn û got, “Ew ne xwedî hêzek wisa ku bikare şerê li hemberî berxwedana civakî ya li Kurdistanê bidomîne bû. Encax bi peydakirina rêyên tîcareta madeyên hişber ve di xeta ji Efganîstanê heya Ewropayê, yekser bi xwe karê dabînkirin, weguhastin û frotina madeyên hişber kirin. Li gel Ewropa, di hundur de jî frotin û ciwan xistin nav pençeyên xwe.”
Pelda diyar kir ku di dema desthilatiya Erdogan de, hêzên şerê ne nîzamî yê heyî hatine parastin, lê hem di hundur û hem jî li derwe bi alîgirên xwe ve pêkhateya leşkerî guhertine û wiha pêde çû, “Destpêkê hejmara polîsan zêde kir. Mînak ji sala 2021’an û şûn de di Mudûriyeta Giştî ya Emniyetê de 328 hezar û 719 personel kar dikin. Yekane erka van hêzane ku hejmara wan hema bêje gihiştiye ya artêşa heyî eve ku zextê li ser civakê çêbikin.”
Tirkiye di pêvajoya derketin û pêşketinê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de li hemberî Kurdan di nav êrîşeke pir alî ya asîmîlasyon û şer de bû. Di wê pêvajoyê de em dibînin ku di pêkhateya artêşa Tirk de hin guhertin hatin çêkirin, çetebûyîn hê bêhtir ket nav baskê leşkerî û siyasî. Lêhûrbûnên we yê di vê derbarê de hene, hûn wê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Di şerê li hemberî PKK’ê de hin hêzên din yên bi ser artêşa klasîk ve hatin pêvekkirin hat avakirin. Yekemîn tovê avakirina hêzên pêvek di dema Ozal de hat çandin. Di wan salan de ji bo li hemberî PKK’ê bikar bînin sîstema tîmên taybet û cerdevanên gundan hat damezrandin. Bi damezrandina sîstema tîmên taybet re derket ji derweyî pergala leşkerî ya tê zanîn, bi sîstema cerdevaniyê re jî pêvajoya milîtarîzekirina civakê hat destpêkirin. Wate artêşa ku erkê wê parastina welat ya li hemberî êrîşên derwe ye, kirin ku bibe artêşek ku divê ji baregehên xwe dernekeve derwe. Di heman demê de li welat bi girtina xurtên 20 salî yê ji bo leşkeriyê re jî bingehîn bibû. Rêveberên leşkerî jî li gorî pêwîstiyên sîstema burokratîk mûçe distînin û li gorî rêzikname û rêvebirnameyên xwe xwedî hiyarerşiyeke leşkerî bûn.
Li hemberî vana tîmên taybet yekeyên wisanin ku leşkertiya pisportî dikin, mûçe û serê her operasyonê jî prîman digire û ji derweyî hiyarerşiya leşkerî teknîkên şer ên nîzemî û ne nîzamî bikar tînin. Dîsa li şûna parastina welat ya li hemberî derwe ku erkê bingehîn ê leşkeran e, li gorî ku di hundur de di bin navê qaşo ‘têkoşîna dijî terorê’ de destwerdana gel bike û li hemberî hêzên çekdar şer bike hatiye hunandin. Ji ber ku xwedî hiyerarşiyeke klasîk ê leşkerî nebûn dikaribûn bi karên tîcarî û ekonomîk re jî mijûl bibin. Ji ber wê di çarçoveya xeracgirtinê de ji cîhana kar bigre heya mafya çekê banka û tapoyan, piştre jî heya bi şebekeyên tîcareta madeyên hişber, destdanîna ser mal û darayî, înfazkirina sivîlan, gefkirin yan jî kuştina mirovên ku di nava civakê de xwedî pêgehek ekonomîk, siyasî û civakî ne, bi giştî karên bi vî rengî dikirin. Hêzên tîmên taybet, cerdevan û îtîrafkar di dema Çîller, Agar-Gureş de gihiştin lûtkeyê. Divê JÎTEM û tora sîxurtiyê jî li ser wana zêde bikin.
JI EFGANÎSTANÊ HEYA EWROPAYÊ TÎCARETA MADEYÊN HIŞBER KIRIN
Bi taybetî bi cerdevanan re kar kirin, wana derdixistin derweyî yasayên destpêkê yên damezrandinê û ew ji bo operasyonan û berjewendiyên mafyatîk dikirin amûr, heta bi hevre kar dikirin, wate ber bi avakirina pergaleke çete ve diçûn. Bi demê re ji wan re yekîneyên leşkerî yên JÎTEM’ê, tora sîxurtiya herêmî, sîxur, yekeyên MÎT’ê û îtîrafkar jî lê zêde bûn. Êdî li şûna parastina welat û têkoşîna dijî ‘teror’ hê zêdetir ji bo gel bûye gef, bi şîdeta ne nîzamî ya pêkdianîn gef çêdibû û ev hêzane jî ji bo komên berjewendî dihatin bikaranîn.
Di dema hukumeta Çîller de jî Tirkiye bi krîzek cidî yê ekonomîk re rû bi rû bû. Xwedî wê hêzê nebû ku bikare şerê li hemberî berxwedana civakî ya li Kurdistanê bidomîne. Encax bi peydakirina rêyên tîcareta madeyên hişber ve di xeta ji Efganîstanê heya Ewropayê, yekser bi xwe karê dabînkirin, weguhastin û frotina madeyên hişber kirin. Li gel Ewropa, di hundur de jî frotin û ciwan xistin nav pençeyên xwe. Ji xwe dîmenê ku bi ketina bin wesayît û kamyonekê ve derketî holê û wek bûyera Sûsûrlûkê tê zanîn, terzê şerê qirêj û rêxistiniya TC’ê nîşan dida. Di nav wan de kesekê girîng ji eşîrên li Kurdistanê, axa û wekîl hebûn.
DEWLETA TIRK HER TIM BUTÇEYA KU JI BO ŞER XERCKIRÎ WEŞART
Salên 90’î şerê di navbera artêşa Tirk û PKK’ê de geş bû. Di wê pêvajoyê de hem operasyên li Bakur û Başrûrê Kurdistanê yên li hemberî PKK’ê dihatin rêvebirin, hem jî bi rêya çete, tîm û endamên tarî yên dewletê ve li hemberî gel Kurd şerekî qirêj dan meşandin. Dîsa di salên 2000’î de her çiqasê dem bi dem navber hatibe dayîn, lê bi terzekî ku ya berê derbas dike şer hat û tê rêvebirin. Ev rewşe bandorek çawa li bûtçeya şer û ekonomiyê kir?
Tirkiyê bi dirêjahiya salên 90’î û 2000’î neçar ma maliyeteke leşkerî yê mezin tehemûl bike. Sîstema leşkerî yê klasîk dom dikir. Xwarin, lojîstîk, çek, wesayîr û hwd hemû pêdivî ji aliyê dewletê ve dihatin dabînkirin. Encax bûtçeya parastinê ti carî bi giraniya xwe ya rast de nehate diyarkirin. Ji ber ku eger rastiyê nîşan bidin wê diyar bibe ku beşek mezin ji çavkaniyên malî yên welat ji bo şer û li dijî Kurdan tê xerçkirin. Çawa ku Tirkiyê hejmara leşkerên wendakirî wedişêre, aliyê wê yê malî jî wedişêre.
Di bûtçeya salane de mesrefên rûtîn tên nîşandan. Mînak mesrefên ji bo cil, çek û xwarin û lojîstîka ji bo leşker û fermandarn. Mûçeyên mehane û mesrefên ji bo çekan tê nîşandan. Lê mînak maliyetên operasyonan bi awayekî rast nayên nîşan dan. Ji ber ku maliyeta mobîlîzebûna leşkeran, maliyeta her balafira ku radibe û mobîlîzasyona wesayîtên zirxî bi serê xwe mesrefin. Her wiha ji bo ku bikarin yekeyên JÎTEM’ê, tîmên taybet, cerdevan, sîxur û payedaran bişînin operasyonan, dewleta bi berdewamî prîm û xerciyên zêde dide. Ev mesrefane digihîjin reqemên pir cidî. Carna ev hêzên şer û leşker operasyonên formalîte dikin yan jî di qeydan de nîşan didin, pereyên mezin didizin. Her wiha li şûna ku êrîşî herêmên gerîla, êrîşî gel, saziyên civaka sivîlû siyasetmedar û rêberên gel dikin û gef li wan dixwen, lê wan êrîşên xwe weke ku êrîşî gerîlayan kiribin di çarçoveya butçeyê de nîşan didin.
Ozal, Çîller û Erdogan wan cure mesrefan ji butçeya ku ji bo karanîna taybet ê serokkomartiyê hatiye vekirin, wate ji pereyên sergirtî hat dabînkirin. Ev pereyên sergirtî li gorî zagonan nayê eşkere kirin û di bin însiyatîfa serokkomar de ye. Normal diviyabû ev reqem sembolîk ba, di butçeyê de digihîje reqemekî pir mezin.
WEKE PÊVEKA PEREYÊN SERGIRTÎ, ZÊDETIRÊ 20 FONÊN DIN HATIN ÇÊKIRIN
Başe ev pereyê sergirtî ji bo fînansekirina vê şer ku bi her cure mekanîzmeyên qirêj hem li hemberî PKK’ê û hem jî li hemberî Kurdan tê rêvebirin têrker e?
Bêguman têr nedikir, ji ber ku maliyeta şerê li Kurdistanê pir bilind e. Butçeya normal û dahatên narko ekonomî (madeyên hişberû mafya û ekonomiya ji derweyî qeydan) jî têr nedikir. Ji ber wê nêzî 20 fonên ku yekser û ne yekser piştgirî dida pîşesaziya parastinê çêkiribûn. Ev fonane ji beşên din ên butçeyê dihatin dabînkirin. Mînak fonek ku di bingeha wezareta avadanî û geşedaniyê hatî çêkirin ji bo modernîzekirina baregehên leşkerî dihat bikaranîn. Mirovan dema saz û karên burokratîk ên sade pêk dianîn, di bin navê alîkariyê de neçar diman pere bidin pîşesaziya parastinê. Beşek ji pereyên cîgareyan ji bo fona pîşesaziya parastinê dihate şandin. Wate tevî ku di şekil de cudahî hebin jî zêdetirî 20 fonan hene.
Dîsa beşek ji butçeya wezareta pîşesaziyê û wezaretên girêdayî çêkirinê ji bo butçeya şer tê bikaranîn. Mînak maliyetên Aselsan ya li Kirikkaleyê, maliyetên kirîn, parastin û karanîna ji fîşek heya tankê û ji wesyîtên zirxî heya F-16’an û mesrefên bi vî rengî ne ji butçeya wezareta parastinê, li ser wezareta pîşesazî û gelek wezaret û saziyên girêdayî wê hatiye belavkirin.
Eger em xulase bikin di salên 90’î û 2000’î de maliyeta şerê li hemberî Kurdan hat rêvebirin li ser ekonomî û hemû qadên civakê hatiye belavkirin, butçeya welat weuheriye butçeya şer. Ew pêvajo partiyên koalsyona ku ANAP, DYP, Refah, DSP û CHP tê de cihê xwe digirt û siyaseta demê bi temamî têkda. Tirkiyeya ku ket nav krîz li pey krîzan, tevîza herî mezin di yekîtiya Gumrukan ya bi Ewropayê re daye, weguheriye bazara vekirî ya Ewropayê. Dîsa herî dawî krîza kûr ya hukumeta ANASOL-D sala 2001’an ket nava wê bu mijara teslîmiyeta temamî ya bi ÎMF’ê re. ÎMF’ê bi taybetî destwerdana butçeya şer kir. Fonên wê rakir û çavkaniyên tîcareta ji derweyî qeydan û bêusuliyan ango banke girtin.
Daxwaz kir ku butçeya wezaretan weger ser halên xwe yê normal û sînrdarkirina pereyên weşartî tê dayîn. Ev reçeteya ÎMF’ya ku di esasê de li dijî karker û kedkaran dixebite nîşan dide bê ka zorî dayîna şer û mtingeriya gel ya ji aliyê TC’ê di rewşeke pir xirab de ye. Ji bo derbasbûna sîstema ekonomiya normal, di dema ku pêşxistina çareseriya siyasî û nirxandina projeya komara demokratîk ya Ocalan di dema xwe de da destpêkirin pêkan bû, pêkhateyên siyasî yên wê demê yên xwe nêzî vê yekê nekirin, nekarîn ji tasfiyebûna temamî rizgar bibin.
BI GUHERTINA DI PÎŞESAZIYA ÇEK DE ALÎGIR HATIN DEWLEMENDKIRIN
Başe di pêvajoya desthilatiya 19 salan ya AKP-Erdogan de ku şer ji her demê bêtir berfireh bûye de, em dibînin ku civak aniye rewşekê ku nikare bêhn bistîne. Gelo em dikarin vê pêvajoyê bi taybetî pêvajoya hukumeta AKP-MHP’ê di çarçoveya siyaset, mafya, çete û artêş de mîna pêvajoya salên 80 û 90’î bigirin dest?
Çawa ku pêkhateyên heyî di dema Erdogan de hatin parastin, bi ser de yekeyên cuda jî lê hat zêdekirin. Helbet ev yek hema bi carekê çênebû. Di salên destpêkê yên desthilata wê de şerekî ku peritandinê çêbike tinebû. Her wiha ji ber ku girîngî ji têkiliyên hemahengiyê yên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re dihate dayîn, di çarçoveya ‘programa hemahengiya YE’ de ji çandiniyê bigre heya pîşesaziyê, ji sektorên xizmetguzariyê heya pêkhateyên burokratîk ji bo gelek xebatan fonên alîkariyê girt. Ev yek di nava gel de belav kir û bi vî rengî bingehê xwe yê civakî jî xurtkir. Li rex bihêzkirina pozîsyona xwe ya li desthilatê, Erdogan di ekonomiyê de xebatên bihêzkerê sermayeya girêdayî alîgirên xwe pêkanî. Di sektora înşaatê de lavî û bilindbûna di îhaleyan ya fîrmayên alîgir tê zanîn.
Di heman demê de di wateya piştgirîdayîna pîşesaziya parastinê de sermayeguzariyên ku alîgirên xwe derxîne pêş kir. Piştî temîr û parastina wesayîtên zirxî û tankan, berhemanîna ku bi çêkirin, perçeyên yedek û pêdiviyên çekên leşkerî yên asta biçûk de destpêkirî bi destê sektorê taybet pêkhat. Weke heyî garantiya kirîna berhemê didin, hemû bi pereyên ji butçeya dewletê tên fînansekirin û dişînin ji artêşê re. Bi demê re bi destê kargehên ayîdê zawa û xizmên xwe bera xwe da pîşesaziya parastina hewayî. Destpêkê parçeyên wê ji bazarên derwe dihatin kirîn û li Tirkiyê montaj dikirin û wisa hatin bikaranîn. Bi demê re ezmûn û daneheva xwe ango asta xwe ya Know-How pêşxist, hin perçeyên wê bi xwe çêkir û karî di berhemanîna teknîkê de modelên xwe çêbike. Bi taybetî di çêkirina ÎHA, SÎHA, Tank, Wesayîtên Zirxî û Helîkopteran de ji bilî motor û hin perçeyên wê yên hesas, dikare hemû pêdiviyan çêbike. Her wiha fîşek, top û fûzeyên ku wana bikar tînin jî li Tirkiyê tên çêkirin.
Mînak di sala 2007’an de bi ÎHA’yên ku ji Îsraîlê kirîbû tenê dikarîbû keşif bike, piştî çend salan bi xwe dest bi çêkirina wê kirin. Di 5 salên dawî de bi çavdêriya berdewam û bi bikaranîna çekê re derbasî pozîsyona êrîşê bûn. Li gel wê jî ji bo mobîlîzekirina yekîneyên leşkerî bi giranî wesayîtên zirxî û helîkopter tên bikaranîn. Pir zêde lez dane mobîlîzekirina leşkeran. Xwedî derfetên mîna qabiliyeta leşker danînê, dema pêwîst dît valakirina lez a qadê û revînê ne. Erdogan li rex pêşketina teknolojîk hema bêje weke sermaye jî hemû alîgirên xwe derxist pêş û hemû çavkaniyên butçeyê ji bo kesimekê da karanîn.
BI ALÎGIRAN RE HÊZÊN YEDEK AVAKIR
Pêkhateya leşkerî hem ji derwe û hem jî ji hundur ve guhert. Destpêkê hejmara polîsan zêde kir. Mînak ji sala 2021’an û şûn de di Mudûriyeta Giştî ya Emniyetê de 328 hezar û 719 personel kar dikin. Yekane erka van hêzane ku hejmara wan hema bêje gihiştiye ya artêşa heyî eve ku zextê li ser civakê çêbikin. Ev zêdebûna lez a hejmar bi berxwedana Gezî’yê re ketiye rojevê. Hem ji bo hevsengkirina artêşê, hem jî ji bo serkutkirina mixalefeta civakî ev rê hatiye tercîhkirin. Weke ku têrker nebe, pergala nobedaran (bekçî) jî hate guhertin. Hejmara ev yekeya nû sala 2021’an 29 hezar û 199 kes hatibû eşkere kirin û her sala ku diçe hejmara wê bi lez zêde dibe. Hejmara gardiyanên li girtîgehan dimînin û yekeyên ewlekariyê yên ji bo parastina zanîngehan, saziyên giştî yên cûr bi cûr û fîrmayên taybet dikin nêzî 100 hezar kes e.
Erdogan ku girîngiyê dide MÎT’ê û li ser alîgirên xwe bûya kadro, ne tenê xebatê îstîxbaratî, yekeyên operasyonel ku di hundir û derwe de xebat bikin ava kir. Personelê ku bi awayeke pispor kar dike bi saya tora ajan û sîxurtiyê ya derwe û hndurm welat û techîzata teknolojîk û alavan, tevî Tirkiyê li Rojhilata Navîn û Ewropayê birêxistinkirî ne. Bi rêya personelên li mizgeftan, saziyan, weqfan û saziyên karsazî dikin, bi berdewamî li Ewropa û Rojhilata Navîn belav û berfireh dibin ku gelek sazî û yekeyên ku ti eleqeya wan bi vana re tineye, ji ber pozîsyon û tora têkiliyan halîhazir xizmetê vê saziyê dikin.
GIRANÎ DA RÊXISTINGERIYA PARAMÎLÎTER
Erdogan giranî da rêxistingeriya paramîlîter. Di sala 2012’an ango ji salên derketina şerê navxweyî yê Sûriyê û piştre SADAT wek şîrketekê hat damezrandin. Wek hêzek leşkerî yê paramîlîter xebitî. Beşek ji kadroyên ku amadekirî di nav rêxistinên cîhadîst ên mîna DAÎŞ, El-Nûsra û Artêşa Sûriya Azad (OSO) de bi cih kir yan jî endamên wan di nav xwe de girt û di qadên din de wek hêza operasyonel bikar anî. Bi MÎT’ê û hêzên din ên leşkerî re pir xebitî û li Tirkiyê di navbera alîgirên AKP’ê de rêxistinbûyîneke paramîlîter ê kûr û berfireh çêkir. Komên sivîl ên çekdar çêkir. Mînak wana di derbeya Tîrmeha 2015’an de rengê xwe diyar kirin. Li gelek deweran yekeyên ku di destên wan de çekên otomatîk hatine mobîlîzekirin û dikarin li her cihê ku pêwîstî hebe destwerdanê bikin hatin dîtin.
SADAT û MÎT di çarçoveya programa perwerdebike-gurçûpêç bike ya leşkerî ku Dewletê Yekbûyî yên Emerîka (DYE) piştgiriya wê dike de gelek koçberên Ereb yên koçberê Tirkiyê bûbûn bi rengekî dilxwaz û yan jî bi gefan ev dixistin nav xebatên OSO’yê. Her wiha komên Tirk yên ji Asya Navî hatinî, Uygur û heta Efganî û komên etnîkî yên cuda xistin nav planên xwe. Di aliyê leşkerî de perwerde kir û li Sûriyê bikar anî. Piştre tevî ku CIA xwe ji wê programê wekişand jî Tirkiyê ew personel bikar anî. Beşek wan şandin nav komên cîhadîst ên mîna Ehrar El Şam û komên din, beşek din şandin nav komên milîs ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkanî ku di bin dagirkeriya wê de ye, yên manî jî şandin Lîbya û Azerbaycanê. Niha jî li Başûrê Kurdistanê li qadên ku dewleta Tirk dagirk kirî bi cih dikin û rê didin ku talan bikin.
ÎHH YA SIVÎL XUYA DIKE JI ÇETEYAN RE ÇEK Û LOJÎSTÎK BIR
Weqfa alîkariya mirovî ya bi navê ÎHH ku salên 90’î hatibû damezrandin, di dema Erdogan de pêkhate û taybetmendiyên wê yên xebatê di nav de guhertinek mezin hat çêkirin û bi rêxistineke mîlîtarîstî re hat girêdan. Her çiqasê wisa xuya bike ku xwedî erkê birina alîkariya mirovî ya li qadên şer, alîkarîdayîna mexdûrên şer û dabînkiriina derman, xwarin û cih e, lê di rastiyê de xwedî wan erkan bû, birina çekan ji bo girseya ku xwe gihandiyê, komkirina îstîxbaratê, dabînkirina berhemên lojîstîkî, çek û wesayît ji bo komên îlegal yên li gorî berjewendiya dewletê ketine nav pevçûnan, bikaranîn xebatkaran wek ajan û sîxuran, yan jî bi rêyên sivîl weguhastina yên wek wan ji bo herêmên hatine armanckirin û pêşxistina torên sîxurtî û ajantiyê ya li wan deran. Bêguman ev yekeyane dem bi dem tevlî operasyonan jî bûne.
Pêkane ku mirov sîstema pêkhateya mafya ya li Tirkiyê wek yekeya çekdar pênase bike. Komên mafya yên ji nava dewletê piştgiriyê digirin, bi MÎT, leşker û polîsan ve di nav hevde kar dikin û heta ji aliyê wan we tên rêvebirin, hema bêje li her bararê Tirkiyê de heye. ev kesim ku ewlekariya mal û canê gel gef dikin, bi karên mîna xesp, bidestxistina çekê banka û tapoyan, destwerdana deyn-ya ku wê wergirin, tîcareta madeyên hişber, desteserkirina mal û darayiyên muxalefetê û hwd li gelek qadan kar dikin.