Jelpke: Yên dixwazin piştgiriya PKK’ê bikin bila destpêkê qedexeyê rakin
Jelpke: Yên dixwazin piştgiriya PKK’ê bikin bila destpêkê qedexeyê rakin
Jelpke: Yên dixwazin piştgiriya PKK’ê bikin bila destpêkê qedexeyê rakin
Parlamentera Partiya Çep a Elmanya Ulla Jelpke daxuyaniya Volker Kauder a yek ji navên pêşeng ê CDU ya, “Divê PKK were destekkirin” erênî pêşwazî kir. Jelpke diyar kir ku Elmanya têkildarî PKK’ê nakokiyan dijî û got, “Yên dixwazin piştgiriya PKK’ê bikin bila destpêkê qedexeya li ser PKK’ê rakin.”
Serokê Koma Yekîtiya Demokratan a Xiristiyan (CDU) Volker Kauder îro di roportajeke ku dabû kovara Der Spîegel de peyamên ku li hember çekdayîna PKK’ê ya li hember çeteyên DAIŞ şer dike dernakeve dabû.
Kauder wiha axivîbû: “Ez pirgirêkên Tirkiyeyê yên bi PKK’ê re dizanim, lê dema Dewleta Îslamî bajarên girîng ên sînor digire û li ser ewlehiya navneteweyî tehdîdeke mezin çêdike, em nikarin dest û lingên me girêdayî bisekinin. Ez dibêjim ku divê rêbaza piştgirîdayîna rêxistinên din bên kirin. Lê ev ne li dijî Tirkiyeyê ye, divê bi Tirkiyeyê re bêkirin. Divê ev wek piştgiriyeke ji bo PKK’ê bê pêkanîn.”
Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep a muxalefetê Ulla Jelpke Kauder der barê axaftina yek ji pêşengê partiya CDU ya di hikûmeta koalîsyonê de cih digire, têkildarî PKK’ê gotibû, “Divê PKK were destekkirin” bi gotina, “Gaveke di rêya rast de hatiye avêtin" nirxand. Jelpke bal bikand ser qedexeya di sala 1993’an de li hember PKK’ê hat destpêkirin û wiha got, “Ya pêwîst e destpêkê bê kirin ev e ku polîtîkaya krîmînalîzekirina tevgera azadiya Kurdistan were bidawîirin. Ji bo vê divê qedexeya li hember PKK’ê bê rakirin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst a Ewropa bê derxistin.
Ji aliyekî ve yek ji nvên girîng ê hikûmetê ku difikire çekan bide PKK’ê û li aliyê din jî li Elmanyayê girtina xwepêşanderên posterên Ocalan hildigirin nakokiyeke.