Îşkence li girtiyên di greva birçîbûnê de bûn tê kirin
Şahîn Tanriverdî û Kadrî Kaplan ên li Girtîgeha Amasyayê ketin greva birçîbûnê, li hucreyê hatin bicihkirin û eşyayên wan hatin desteserkirin.
Şahîn Tanriverdî û Kadrî Kaplan ên li Girtîgeha Amasyayê ketin greva birçîbûnê, li hucreyê hatin bicihkirin û eşyayên wan hatin desteserkirin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qedandina operasyonên li Kurdistanê û bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, zêdeyî 300 girtî li gelek girtîgehan 64 rojan ketin greva birçîbûnê. Şahîn Tanriverdî û Kadrî Kaplan jî 2 ji van girtiyan e, ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê di 17'ê Nîsanê de tevlî grevê bûn.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, roja ku Tanriverdî û Kaplan dest bi grevê kirin, bi lez û bez li hucreyan hatin bicihkirin. Gardiyanan nîvê şevê avêtin ser hucreyan û dest danîn ser eşyayên wan.
Şahîn Tanriverdî bi rêya telefonê bi dayika xwe Nevîn Tanriverdî re axivî û jê re qala zext û zordariya li wan tê kirin, kir. Tanriverdî anî ziman, tevî hevalê xwe Kaplan wan greva birçîbûnê roja 17'ê Nîsanê kirine greva birçîbûnê ya bêdem bê dorveger û diyar kir, heman rojê bi lez û bez ew xistine hucreyan. Tanriverdî anîz iman, komek ji 6-7 gardiyanan jî avêtin ser hucreyan û dest danîn ser alavên wan.