Irmak: Divê bi awayekî fermî Rojava bê nasîn
Irmak: Divê bi awayekî fermî Rojava bê nasîn
Irmak: Divê bi awayekî fermî Rojava bê nasîn
Yek ji parlamentera HDP’ê Selma Irmak ku li ber navenda NY’ê di greva birçîbûnê de ne, ji Parlamentoya Swîsre bang li cîhanê kir û xwest li dijî DAIŞ’ê rola aktîf bilîzin. Irmak diyar kir ku divê Rojava ji aliyê hêzên navneteweyî ve bê naskirin û ji komkujiyên li Kobanê rû bidin wê hemû hêzên navneteweyî berpirsin.
Bi armanca balê dikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê parlamenterên HDP’ê Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Kemal Aktaş, Parlamentera berê ya PE’ê Feleknas Uca li ber navenda NY’ê ketin greva birçîbûnê. Grev di roja 5’emîn de didome. Li ser daxwaza hinek parlamenterên Swîsreyî Selma Irmak tevlî civîneke Parlamentoya Federal a Swêdê bû.
Li gel Irmak, yek ji nûnerên PYD’ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê, yek ji nûnerên YNK’ê yê Ewropayê Melle Bextiyar tevlî civînê bûn. Piştî axaftina vekirinê mafê axaftinê dan Selma Irmak.
LI KU DERÊ GELÊ ME BI KOMKUJIYAN RE RÛ BI RÛ BE EM DI ÇALAKIYÊ DE NE
Irmak diyar kir ku wan ji bo ku ew dawetî parlamentoyê kirine, spas dikin û got: “Me ji bo bêdengiya cîhanê li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê xera bibe dest bi grevê kir. Tişta ku siyasetmedar divê bikin siyaset e. Hinek kes jî ji ber ku mafê siyasetê nadin gelê Kurd serî çalakiyên bi vî rengî didin.
DAIŞ ji aliyê hinek kesan ve li serê cîhanê kirin bela. Tiştên tên jiyîn li serê gelê Kurd belayek mezin e.Li Şengalê bi hezaran kes hatin qetilkirin. Îro jî li Rojava komkujiyê pêk tînin. Careke din cîhan bê ziman û ker e. Tiştên li Kobanê pêk tên tenê temaşe dike.
KURD GARANTIYA JIYANÊ NE
Irmak di berdewamiya axaftina xwe de çavderiyên xwe yên di komkujiya Şengalê de hatibûn jiyîn û her wiha yên Kobanê jî vegot. Irmak got: “Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Li Rojhilata Navîn garantiya jiyaneke bi hev re Kurd pêk tînin."
Hêzên Rojava ji bo ku pêşî li komkujiya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li Kobanê pêk tê bigirin, bi hemû derfetên xwe têdikoşin. Balafirên DYA’yê tenê li hinek cihên diyarkirî bombebaran pêk anîn û li cihên stratejîk yên DAIŞ’ê nexistin.
DIVÊ ROJAVA BÊ NASÎN
Li Rojava gelan bi hêza xwe ya xweser pergaleke nû ava kirin. Divê kantonên li vir hatine avakirin ji aliyê hemû hêzan ve bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Armanca sereke ya êrîşên DAIŞ’ê ev e ku pergala alternatîf a hatiye avakirin tune bikin."
Irmak pirsên hinek parlamenteran jî bersivand û destnîşan kir ku divê parlamentoya Swîsreyê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kurdan roleke aktîf bilîzin û ji bo Rojava bê nasîn divê hinek hewldan bên destpêkirin.
Nûnerên YNK’ê yê Ewropayê Mele Bextiyar jî axivî diyar kir ku mafê gelê Kurd tê qetilkirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku bi wezîfeya xwe rabin.
Piştî civînê Irmak bi nûnerên Wezareta Karên Hundir a Swîsre re li ser Rojava hevdîtin pêk anîn.