‘Iraq bi Herêma Kurdistanê re bihêz e’
‘Iraq bi Herêma Kurdistanê re bihêz e’
‘Iraq bi Herêma Kurdistanê re bihêz e’
Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê Amar Hekîm, diyar kir ku divê rewşên ku di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê de dibe sedema pirsgirêkan, demildest bên çareserkirin. Amar Hekîm da zanîn ku Iraq ancax bi Herêma Kurdistanê re dikare bibe hêz.
Daxuyanî di demeke ku heyeteke ji nûnerên hikûmeta Kurdistanê ji bo gelek pirsgirêkan nîqaş bikin çibûn Bexdayê pêk hat. Serokatiya Heyeta Kurdistanê Amar Hekîm kir û piştî hevdîtinên bi Meclîsa Bilind a Îslamî re daxuyaniyek çapemeniyê ya agahdarkirinê hat kirin û wiha got: “Iraq ancax bi Kurdistanê re dikare bigihêje pozîsyonek bihêz. Iraq bi hikûmeta Kurdistanê re bihêz e, ligel vê Kurdistan jî wisa ye. Em alîkariyên Iraqê yên di demên dawî de ji bo penaberên Kurd hatine kirin jî girîng dibînin.”
Hekîm da zanîn ku hevdîtina bi heyeta Herêmî ya Kurdistanê re girîng in û bi taybet jî serdana Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdul Mehdî ya Hewlêrê gelek watedar e.