Însiyatîfa Gel a Kurdistanê êrişa li Reyhanli şermezar kir
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê êrişa li Reyhanli şermezar kir
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê êrişa li Reyhanli şermezar kir
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê da xuyakirin ku, êrişên li Reyhanliyê ji aliyê hêzên ku ji pêvajoya çareseriya demokratîk bêzarin hatiye kirin û bûyer şermezar kir. Însiyatîfê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran şîfa xwest.
Însiyatîfa Gel a Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî qonaxeke dîrokî bûye û destnîşan kir ku, gelê Kurd ji her demê bêtir nêzî azadiyê bûye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku tevgera azadiyê û gelê Kurd bêyî demê wenda bike yekser bersiv dane pêngava "Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" û hat gotin ku, dost û dijminan herkesî dîtiye ku Ocalan ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk dixwaze.
Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin, "Çareseriya pirsgirêka Kurd di heman demê de demokratîkbûyîna Tirkiyê û Rojhilata Navîn e. Rêbertiya me dît ku modêla netew-dewlet ji bo gelan karesateke, çavkaniya pirsgirêkên civakî ye, lewma pergala modernîteya demokratîk afirand. Ev pêvajoya ji aliyê Rêberê me ve hat destpêkirin, di serî de gelên Rojhilata Navîn, di nava hemû gelên bindest de rê li ber coşeke mezin vekiriye."
ÊRIŞA LI REYHANLI HAT ŞERMEZARKIRIN
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hebûna gelek hêzên dixwazin vê pêvajoyê provoke bikin û hat gotin, "Dibe ku yên ji vê pêvajoyê acizin, li Reyhanliyê zêdeyî 50 mirov kuştine. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û ji xizmên mirovên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê ji birîndaran jî şîfa dixwazin."
"DIVÊ KURDÎ LI HER QADA JIYANÊ SERDEST BE"
Însiyatîfa Gel a Demokratîk di daxuyaniya xwe de 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurd kir, ku zimanê xwe Kurdî li her qada jiyanê bikar bîne. Di daxuyaniyê de her weha têkoşerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan jî, bi rêzdarî hatin bîranîn.