ILPS piştgirî da berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ'ê

ILPS piştgirî da berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ'ê

Yekîtiya Têkoşîna Gelan a Navneteweyî (ILPS) ji bo berxwedana Kobanê peyama piştevaniyê weşand û berxwedana destanî ya gelê Kurd û artêşa wê YPG/YPJ'ê ya li Kobanê li dijî rêxistina kujeran a bi navê Dewleta Îslamî nîşan didin, silav kir.

Li ser navê Yekîtiya Têkoşîna Gelan a Navneteweyî, Serokê ILPS Prof. Jose Maria Sison daxuyanî da û bi wergirtina însiyatîfa zêdeyî 300 saziyên li 28 welatên cîhanê yên ILPS re banga piştgirîdayîna berxwedana gelê Kurd ê li Kobanê û Rojava, alîkarîdayîna ji bo wan û beşdariya li xwepêşandanên tevgera azadiyê ya Kurd a li cihên cuda yên cîhanê, kir.

ILPS di daxuyaniya xwe de Amerîka ya cinawira ISIS afirand û Tirkiye ya di afirandin û bi çekkirina vê civata terorîst de bi Amerîka re hevkariyê dike, bi dijwarî şermerzar kir.

ILPS da xuyakirin ku hikûmeta Tirk ji bo êrîşî têkoşîna azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê bike, difikire ku DAIŞ'ê bikar bîne û hat ragihandin ku milîtanên DAIŞ'ê li bargehên NATO yên veşartî yên li Tirkiye û Urdunê, ji aliyê Hêzên Taybet ên DYA ve tên perwerdekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye, li gel naskirina derfetên derbasbûna cîhadperestan ji sînorên wê, her wiha endamên DAIŞ'ê yên birîndar li nexweşxaneyên Riha û gelek bajarên din tedawî dike.

Serokê ILPS da xuyakirin ku Amerıka ji bo hegemonya xwe ya li ser herêmên bi dewlemendiya petrolê xurt bike, Rojhilata Navîn jinûve sererast dike û got, "Çawa ku DYA-NATO, li Ukrayanê çeteyên Neo Nazî li dijî Rûsyayê bikar anî, DAIŞ'ê jî bi heman rengî bikar tîne."

ILPS bibîr xist ku hêzên berxwedanê yên Kurd ên li Kobanê, ji bo têkbirina DAIŞ'ê pêwîstiya wan bi destwerdaneke iyanî ya bi alîkariyên sexte yên DYA û Tirkiyeyê nîne, bêyî vê destwerdanê dikarin li hemberî DAIŞ'ê bi ser bikevin û got, "Pêwîstiya yekane ya ev hêz dixwazin ji Kurdistana Iraqê werbigirin, çek û muhîmatên pêwîst ên li dijî çekên giran û tankên terorîstên DAIŞ'ê, ne."

Yekîtiya Têkoşîna Gelan a Navneteweyî da xuyakirin ku sûcên hovane yên DAIŞ'ê û desteka Amerîka û Tirkiyeyê a ji bo vê rêxistinê, hêrsa dildarên azadiyê yên li gelemperiya cîhanê xistiye nava tevgerê û destnîşa kir ku berxwedana destanî ya hêzên YPG/YPJ ên ji jin û mêrên Kurd, hemû mirovên li her devera cîhanê teşwîq dike ku li cem têkoşîna azadiyê ya Kurd cih bigirin.

ILPS bibîr xist ku lîderê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo destekkirina berxwedana Kobanê banga seferberiyê li tevahiya neteweya Kurd kiriye û diyar kir ku Kurdan li her devera cîhanê bi çalakiyan bersiv dane vê bangê.

Daxuyaniya ILPS bi banga desteka yekgirtî û piştevaniya navneteweyî ya ji bo gelê Kurd a heta serketinê, bi dawî bû.