ÎHD: Aloziya li Dîlokê didome
ÎHD: Aloziya li Dîlokê didome
ÎHD: Aloziya li Dîlokê didome
Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Dîlokê (ÎHD) der barê bûyerên lîncê yên di 9’ê Cotmehê de qewimin di rapora amade kir de daxuyand ku mirin bi çavdêriya polîsan pêk hatine û li bajar hê jî bûyer didomin, li bajar rewş ne aram e.
ÎHD’a Dîlokê der barê bûyerên lîncê yên di 9’ê Cotmehê de li Dîlokê qewimîn de rapor amade kir. Di raporê de hate gotin ku koma ku di destên wan de tifing, kêrên mezin, darên bi mih hene ala Tirkan a mezin vekirine û bi dirûşmayên “Şehîd namirin welat parçe nabe”, “Bijî DAIŞ”, “Allahu Ekber” ber bi herêmâ ku ji xwe re hedef girtine meşyina û dema ku li ber Qereqola Polîsan a Aralikê derbas bûne polîsan ew asteng nekirine. Di raporê de tê gotin ku di dîmenan de tê dîtin ku kom bi hev re meşiyaye û tê fêmkirin ku bi çek in û derketine li ser wesayîta zirxî ya dûpişk tevî ku bi çek bûne jî polîsan qet mudaxaleyê komê nekirine.
Di raporê de ev tişt hate gotin: “Li dijî saziyên cemayeriyê yên li Dîlokê bi taybetî di Qereqola Polîsan 25 Aralikê dimênen mobeseyan ên li wir nîşan dide ji bo tespîtkirina bûyeran girîng e. Li cihê ku êrîş Pêk hatiye de hin xebatkarên cemaweriyê saetekî beriya mesaî biqede ji saziyan derketine û hatiye xwestin ku ji saziya zû derkevin dîsa komê sedema kombûnê li welat û Dîlokê çalakiyên ji bo Kobanê hatine lidarxistin, hatiye nîşandan. Di êrîşên 9’ê Cotmehê de li Dîlokê pêk hatine de Omer Uçaker (27), Suleyman Balci (15), Sevgî Alici (16), Şahîn Daghan (24) jiyana xwe ji dest dane. 3 welatî jî bi giranî birîndar bûne. Wekî encam di 9’ê Cotmehê de kesên di destên wan de çek hene tevî ku bi rehetî geriyane jî yên hêza cemaweriyê bi kar tîne tedbîr negirtine di dema bûyeran de jî mudaxale nehatiye kirin. Tevî bûyera kuştin, birîndarkirin jî di mijara lêpirsîneke xurt, topkirina delîlan û girtina kiryaran de şik hene. Dîsa dema ku me rapora xwe amade kiriye de hatiye tespîtkirin ku bajar hê ne aram e û mirovên li bajar dijîn û bi taybetî jî fikarên komên cuda hene. Em ê der barê rapor û tespîtên xwe de binpêkirinên di 9’ê Cotmehê hatin jiyîn bişopînin.”