Îdîaya 'Dewlet wê biçe Qendîlê' hat derewandin
Îdîaya 'Dewlet wê biçe Qendîlê' hat derewandin
Îdîaya 'Dewlet wê biçe Qendîlê' hat derewandin
Endama Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê û Cîgira Serokê Komê Pervîn Bûldan îdîaya 'ji heyeta dewletê wê kesek biçe Qendîlê û bi rêveberên KCK'ê re hevdîtinê bike' derewand. Bûldan diyar kir ku ji DOKH'ê Ceylan Bagriyanik jî wê di serdana heyetê ya rojên pêş a Girava Îmraliyê de, cih bigire.
Îdîa "Heyeta dewletê wê bi heyeta HDP'ê re biçe Qendîlê û bi rêveberên KCK'ê re hevdîtinê bike" ku rojnameya Sabahê xist rojevê, hat derewandin.
Endama Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê û Cîgira Serokê Komê Pervîn Bûldan got, "Planeke bi vî rengî ya hevdîtinê nîne. Nûçeyek bêbingeh e û em nizanin çi ku derê û çawa derketiye holê."
Bûldan ji ANF'ê re axivî û ji bo pirsa "Piştî vegera ji Girava Îmraliyê hevdîtineke we bi hikûmetê re pêk hat yan na?" da xuyakirin ku wan ji bo îro karibin bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re rûnên wan serlêdan kirine, lê belê hînê zelal nebûye ku hevdîtinê pêk were yan na. Bûldan bibîr xist ku ji bo pêvajo bi zelalî bimeşe weke HDP wan berpisryariyên xwe bicih anîne û got, "Piştû ku randevû zelal bû, daxuyaniya pêwîst wê ji aliyê partiya me ve ji raya giştî re bê dayîn."
CEYLAN BAGRIYANIK JÎ WÊ DI HEYETÊ DE CIH BIGIRE
Bûldan ji bo pirsa "Li gel Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle we serlêdan kiribûn ku ji DOKH'ê jî Ceylan Bagriyanik di nava heyetê de cih bigire. Rewşa dawî ya der heqê Bagriyanik de çi ye? Ji hikûmetê bersivek nehatiye?" ev bersiv da, "Rayedarên hikûmetê dan xuyakirin ku pirsgirêke di vî warî de dernakeve. Gengaz e ku Birêz Ceylan Bagriyanik re di nava heyeta rojên pêş biçe Girava Îmraliyê de cih bigire."