Îdîanameya têkildarî qetilkirina Kurt ji cezayê giran re hat şandin

Îdîanameya têkildarî qetilkirina Kurt ji cezayê giran re hat şandin

Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê îdîanameya têkildarî qetilkirina Uğur Kurt bi biryara “bêpeywiriyê” ji Dadgeha Cezayê Giran re şand.

85. Dadgeha Asliye Ceza ya ya Stenbolê têkildarî Ugur Kurt ê li Okmeydanî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin biryara “bêpeywiriyê” da û îdîaname şand dadgeha cezayê giran. Eger îdîaname ji aliyê dadgeha cezayê giran ve bê qebûlkirin polîsê bersûc S.K ji 20 salan heta 25 salan wê bê cezakirin.

Îdîanameya ji aliyê dozger Hasan Yılmaz ve hatibû amadekirin hefteya bihurî ji 85. Dadgeha Asliye ya Ceza ya Stenbolê re hatibû şandin. Dozger di çarçoveya xala 85. a TCK xwestibû bersûc ji 3 salan heta 5 salan bê cezakirin.

Dadgeha 85. Asliye Ceza ya Stenbolê Huseyîn Kurşat Serbest biryara bêpeywiriyê da. Dadger Serbest diyar kir ku, çalakiya bersûc di çarçoveya “bi qesta mimkun kuştina mirovan” de ye û îdîaname ji Dadgeha Cezayê Giran re şand. Eger îdîaname ji aliyê dadgeha cezayê giran ve bê qebûlkirin polîsê bersûc S.K ji 20 salan heta 25 salan wê bê cezakirin.