ICBL: Di sala dawî de 3 hezar û 308 kes bûn qurbanê mayînan

ICBL: Di sala dawî de 3 hezar û 308 kes bûn qurbanê mayînan

Li cîhanê herî kêm 162 welatî ligel ku mayînên dij-personel qedexe kiriye jî hêj bi hezaran kes ji ber mayînan dimirin. Ji ber mayîn û amûrên leşkerî yên nehatine teqandin di sala dawî de nêzî 3 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyê Kampanyaya Qedexekirina Mayînên Navneteweyî (ICBL) rapora 2014’an hate weşandin û li gorî raporê di navbera Mijdara 2013’an û cotmeha 2014’an 3 hezar û 308 kes di encama teqîna mayîn û amûrên leşkerî de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne. Li gorî raporê hejmara mirî û birîndaran sala beriya wê 4 hezar û 325 bû û ji sedî 25 kêmbûnek heye.

Di raporê de hat gotin ku ji ber mayîn û amûrên leşkerî rojê 9 kesî jiyana xwe ji dest dida lê ji sala 1999’an heta niha rojê 25 kes jiyana xwe ji dest didin. 

Di daxuyaniya ku ji aliyê ICBL’ê ve hatiye dayîn de di meha Tebaxê de bi tevlibûna Ummanê re  welatên peymana ku mayînên dij-personel qedexekirine, îmze kiriye bûye 162 welat. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji sala 1999’an ku peyman ketiye meriyetê heta niha 48 mîlyon mayînên dij-personel hatine îmhakirin û tenê mayînên destê 6 welatan de hêj nehatine îmhakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 35 welatên tevli peymana qedexekirinê bûne di pratîkê de polîtîkayên ligorî peymanê şopandiye û  got ev jî tê wateya ku peyman wek gerdunî tê qebûlkirinê ye.

Di rapora ICBL’ê de Suriye û Bîrmanyaya ku ev mayîn qedexekirine sala borî bikaraniye û li Rojhilatê Ukraynayê di pevçûnan  rewşek wisa nehatiye tespîtkirin.  Di raporê de hat gotin ku komên çekdar li Afganîstan, Suriye, Kolombiya, Pakîstan, Lîbya, Yemen û Bîrmayê bi mayîna dij-personel re  êrîşên wesayîtên bombebarkirî pêk anîne.