HSK alîkarî da Penaberên li Başûrê Kurdistanê kir
HSK alîkarî da Penaberên li Başûrê Kurdistanê kir
HSK alîkarî da Penaberên li Başûrê Kurdistanê kir
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) di çarçoveya kar û xebatên xwe yên mirovahî de, sînorên belavkirina alîkariyê li welatiyên hewce, her ku diçe berferehtir dike..
Piştî Rojava û Bakurê Kurdistanê, Heyva Sor destê alîkariyê dirêjî penaberên Êzidî û Kobanî yên li Başûrê Kurdistanê jî kir..
Heyva Sor a Kurdistanê bi armanca ku rewşa penaberên Êzidiyên Şengal û welatiyên Kobanê li cih bişopîne, heyetek ji 5 kesan şand Başûrê Kurdistanê..
Di encama lêkolînên li 5 wargehên penaberan yên li Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Zaxo, Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku alîkariya ji pêdiviyên jiyanê û cilê bergan li penaberan belav bike..
Bi vê armancê, şandeya Heyva Sor bi buhayê 150 hezar Euro alîkarî hat kirin..
Li gorî vê yekê, 3 hezar û 500 pakêtên xwarinê, 250 pakêtên cil û berg û pêlav û soba hatin amadekirin..
Wargehên penaberan yên ku Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî li wan belav kiriye ev in:
Wargeha Arbet a Penaberan-Silêmanî:
600 pakêtên xwarinê
50 pakêtên cil û bergan
42 cil û bergên jinên ducanî
Wargeha Barika a Penaberan-Silêmanî:
500 pakêtên xwarinê
25 sobe
25 pakêtên cil û bergan
Wargeha Dara Şakranê a Penaberan-Hewlêr:
500 pakêtên xwarinê
50 pakêtên cil û bergan
Wargeha Gundê Xankê a Penaberan-Duhok:
200 pakêtên xwarinê
125 pakêtên cil û bergan
Wargeha Bersivê a Penaberan- ZAXO
1700 pakêtên xwarinê