HRW: Bila înfaza zarokan a li Îranê were sekinandin

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) banga rawestandina îdamkirina zarokan a li rejîma Îranê kir.

HRW’ê piştî nûçeya îdamkirina 3 zarokan daxuyanî da. Rêxistina Çavdêriya  Mafê Mirovan (HRW) daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Divê Îran dev ji cezayê îdamkirinê ya li dijî zarokên dibin temenê 18’ salî de berde û divê bi temamî cezayê îdamê rake.”

Li gorî HRW’ê roja 4’ê Çile li Girtîgeha Kerec a nêzî Tehranê Amîhûseyîn Pûrcafer ê 18 salî hatiye îdamkirin. Pûrcafer di temenê 16 salî de bi sûcê destdirêjî û kuştina zarokekî 3 salî hatibû mehkûmkirin.

Roja 30’ê Çileyê Alî Kazemî yê 22 salî li girtîgeha Bûşehr yê li başûrê bajêr hatibû îdamkirin. Kazemî dema 15 salî bû bi sûcê cinayet (kuştina kesekê) hatibû mehkûmkirin. Dîsan li bajarê Novşehr yê dikeve bakûrê bajêr jina ciwan a bi navê Mahbûdeh Mofîdî hatibû îdamkirin. Mofîdî dema di temenê 13 salî de bi zorê hatibû zewicandin û di sala 2014’an de di temenê 17 salî de hevjînê xwe kuştibû.

Li gorî HRW’ê Îran ji 4 welatan yek e ku zarokan îdam dike. Her sê welatên din Erebîstana Siûdî, Pakîstan û Yemen e.

Rejîma Îranê piştî Çîn’ê welatê herî zêde îdaman pêk tine û di rêza 2’emîn de ye. Li gorî çavkaniyên mûxalîfan tenê di meha Çile de herî kêm 20 kes hatin înfazkirin. Di sala 2017’an de bi giştî 544 kes, di sala 2016’an de 553 kes û di sala 2015’an de 966 kes hatine îdamkirin.