HPG: Sê gerîla bi çekên kimyewî şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk li herêma Avaşînê çeka kimyewî avêtiye û sê gerîla şehîd bûne.

HPG'ê di daxuyaniya niviskî de ragihand li Girê Sor ê Avaşînê li dijî gerîlayan çeka kimyewî hatiye avêtin. Di daxuyaniyê de hate gotin sê gerîla şehîd bûne û li qada Werxêlê jî 3 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

Li Qada Berxwedanê ya Girê Sor a herêma Avaşînê;

Li dijî operasyona dagirker a berfireh ku artêşa TC'ê ya dagirker şeva 23'yê Nîsanê dest pê kirî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, berxweaniyeke bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna azadiyê nivisîne. Dewleta TC'ê ya dagirker ku li gel hemû rêbazên şer ên derî mirov û gemarî jî nekarî encamê li bara berxwedaniya gerîla bistîne, sûcê şer didomîne. Artêşa TC'ê, 3'yê Îlonê li dijî hevrêyên me ku li Girê Sor rê nadin dagirkeriyê, di şertên herî dijwar de bi vî nû rihê berxwedanê ya qeyîm a Apoyî şer dikin bi rengekî zêde çeka kimyewî bi kar aniye. Di encama van êrîşên bi çekên kimyewî yên bi alçaxî yên dewleta TC ya faşîst de 3 şervanên me yên azadiyê şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên şehîdên me yên leheng piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

LI WERXÊLÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê;

-14'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Werxelê hêzên dagirker dema ku xwestin bi pêş ve biçin hêzên me ew şopandine. Dagirker ketin ber kontrolê, eynî rojê saet 01:30'an ji du baskan ve bi rengekî karîger derb li wan hatiye xistin. Baskê pêşî yê çalakiyê; li dora mewziyên berxwedanê bi taktîka sabotajê li komeke dagirker daye. Baskê duyan ê çalakiyê; ji nêz ve, bi bombeyên destan û çekên takekesî li dagirkeran daye û bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin.

Piştî vê çalakiya serkeftî ya Berxwedêrên Werxelê artêşa TC'ê ya dagirker encex derengiya şevê bi helîkoptêran karîbûye windayên xwe rake.

-14'ê Îlonê saet di navbeyna 03:30-05:00'an de artêşa TC'ê ya dagirker bi hazên kimyewî û çekên giran Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kiriye.

ARTÊŞA TIRK LI LEŞKERÊ FIRAR DA, NAVÊ WÎ SEZAÎ GUNGOR E

10'ê Îlonê li qada Şamkê ya herêma Zapê komeke dagirker ketine ber kontrola hêzên me. Vê komê dema ku pê derxist ku ketien ber kontrola gerîla, leşkerekî ji arteşa Tirk ji bo ku teslîm bibe ji komê firar dike û dixwaze ber bi hêzên me ve were. Hêzên me yên gerîla hewl dida ku vî leşkerî bi silametî bîne cem xwe, dagirkeran bi çekên takekesî û otomatîk ev leşker kirine hedef û lê reşandine. Ji bo ku ev leşker bi saxî were xilaskirin hêzên me bi dagirkeran re şerekî giran kirine û di encamê de hevrêyekî me birîndar bûye. Piştre artêşa Tirk a dagirker qada ku leşkerê dixwest teslîm bibe lê dima bi obûsan bombe kiriye. Leşkerên ku firar kirî û dixwest teslîm bibe, ji ber guleyên artêşa Tirk û bombebaranê beriya ku bigihije ber destê hêzên me yên gerîla derb lê ketiye û ketiye. Hevalên me dema şer û bombeberanê ji bo ku vî leşkerê birîndar bibin cem xwe dema ku çûne cem dîtine ku miriye. Navê leşkerê piyade yê bi peyman artêşa TC'ê ya faşîst ku ji miroavhiyê para xwe negirtî, bi zorê hewl dayî ku bide şer kirin û ji ber vê dema ku dixwest firar bike, ew kuştî Sezaî Gungor e.

ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA HATE BOMBEKIRIN

14'ê Îlonê saet di navbeyna 17:00-18:00'an de gundê Rênçbiraxa ya herêma Zapê, ji hêla qereqolên ser xeta sînor ve bi obûsan hatiye bombekirin.

-14'ê Îlonê saet di navbeyna 22:30-00:30'î de li xeta Qaşûra ya herêma Metîna tevgera helîkoptêran çêbûye. Derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Kêste, Hirorê Dêrarê û Serarû yên bi ser Kanî Masî ya navçeya Amediyê ve û qadên Girê Şehîd Çiya, Koordîne, Qela Qûmriyê bi helîkoptêran hatine bombekirin.

-14'ê Îlonê saet di navbeyna 22:40-00:10'an de li Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Sİlêman ê herêma Avaşînê tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî setan helîkoptêrên êrîşê li quntaxên Werelê û Geliyê Basya dane.''