HPG: Li Xakurkê û Qilabanê 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê û Qilabanê de bi kêmanî 8 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê dayî, di çalakiya 21’ê Tebaxê ya li Xakurkê pêk hat de 3 leşker hatine kuştin û li Qilabanê jî 5 leşker hatine kuştin. Di her du çalakiyan de jî gerîla bi silametî gihiştine cihên xwe.

Di daxuyaniyê de ev tê gotin: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 21’ê Tebaxê saet 11:20’ê li dijî yekîneyên operasyona artêşa TC’ê ya dagirker a li herêma Girê Şekîf a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûne çalakiyek hatiye kirin.” HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da: “Di vê çalakiya bi xurtî li hêzên dijmin ên dema dixwestin bi cih bibin hate xistin de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê derdor bi obus û hewanan ketober dan ber bombeyna. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihiştin cihên xwe.”

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de jî ev agahî da:

“19’ê Tebaxê set 23:30’î hêzên me konvoyeke leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker a li nêzî gundê Avka Masiya a dikeve navbera rêya Cizîr û Şirnexê kirine hedef. Di vê çalakiyê de ku wesayîteke bi tîpa kîrpî hate hedefkirin û bi xurtî hate lêxistin de, wesayît derb xwer, lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.”

21’ê Tebxê hêzên me di navbera rêya gundên Akir û Soyan ên girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê du wesayîtên bi tîpa kobra û kîrpî xistin bin kontrolê. Ev wesayîtên demeke dirêj xistin di bin kontrolê de saet 11:20’î hêzên me kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku her du wesayît bi xurtî hatin hedefkirin, wesayîta bi tîpa kîrpî bi temamî hate têkbirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Hêzên me yên ku çalakî kirine bi silametî gihiştine cihên xwe.”