HPG'ê li Serhedê 'tol' hil da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li dijî leşkerên Tirk ên li ber Deriyê Sînor ê Gurcubûlakê çalakiyeke 'koordîneyî û hevdemî' li dar xistine. Çalakî li dijî 2 wesayitên Kobra, konek û 2 kozikên dagirkeran hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Hêzên me bi çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' 13'ê Gulanê saet di 19:00 de li qada Glîdaxê ya herêma Serhedê li dijî dagirkerên li ber Deriyê Sînor ê Gurcubûlakê bûn bi koordîneyî çalakî kirin. Ji du baskan ve li 2 wesayitên bi tîpa Kobra, li konek û 2 kozikên dagirkeran hate xistin. Destpêkê li wesayita bi tîpa Kobra hate xistin û hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin. Her wiha derb li wesayiteke din a Kobra û 2 kozikan hate xistin. Dagirkerên ku derb xwarin ber bi kon ve beziyan. Piştre jî ev kon hate îmhakirin û gelek dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Dewleta Tirk a dagirker ragihand ku di vê çalakiyê de dagirkerê bi navê Velî Kabalay hatiye cezakirin. Lê belê di vê çalakiyê de gelek dagirker hatin cezakirin, wesayiteke Kobra û konek hatin îmhakirin û derb li wesayiteke Kobra û 2 kozikan hate xistin.

Ev çalakî ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên jin hate lidarxistin ku 29'ê Nîsanê li eyaleta Amedê şehîd bûn.

14'ê Gulanê li qada Zendûra ya herêma Metînayê, dagirkeran saet di 10:00 de hewl dan ber bi gundê Asûrî û Kêste ve bi pêş ve biçin. Hêzên me yên li vê herêmê li dagirkeran dan û şerê ku li herêmê diqewime hîn jî dewam dike.

Agahiyên berfireh dema ku hatin bidestxistin wê bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.

13'ê Gulanê saet di navbera 22:20 û 00:30'î de li herêma Avaşînê qadên Şukê, Mervanos û mamreşo bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin û bi helîkopterên Skorsky dagirker li herêmê hatin danîn."