HPG'ê 7. Konferansa xwe lidar xist

HPG'ê 7. Konferansa xwe lidar xist

Hêzên Parastina Gel (HPG) Konferansa xwe ya 7. a Asayî lidar xist. Di konferansa bi şiyara "Ji nû ve avabûn û serketinê" de biryar û plansaziya dema nû ya HPG'ê hat destnîşankirin. Hêzên HPG'ê pêvajoya siyasî jî nirxandin û diyar kirin ku Hikûmeta AKP'ê firsenda çareseriyê heba kiriye. HPG'ê hişyarî da û got, "AKP bi demagojî û polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê re rê li ber pêvajoyeke dawî ne diyar vedike."

Hêzên Parastina Gel (HPG) Konferansa xwe ya 7. li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist. Danezana encamê ya konferansê hat aşkerakirin.

Li gorî danezanê, konferans di navbera 10-18'ê Cotmehê de bi beşdariya 194 delegeyên ji hemû qadên gerîla pêk hat.

Di danezana encamê ya bi mora Konseya Fermandariyê ya HPG'ê de hat ragihandin ku Konferansa 7. a bi şiyara "Ji nû ve ava bûn û serketinê" rewşa siyasî û leşkerî ya li cîhan, herêm û Kurdistanê, pratîka du salên dawî ya HPG'ê û projeya ji nû ve avabûnê ya HPG'ê nirxandiye.

KAOS LI ROJHILATA NAVÎN TÊ JIYÎN NÎŞANEYA KRÎZA HEYÎ YE

Di danezana encamê de hat diyarkirin ku destwerdana hêzên hegemon ên navneteweyî li Rojhilata Navîn, hewldanek ji bo çareserkirina krîza kûr a modernîteya kapîtalîst e û hat destnîşankirin ku kaos û rewşa şer a li Rojhilata Navîn jî nîşaneyên vê krîzê ne.

Di danezana encamê de hat gotin, "Sîstemên piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê li ser bingeha hişmendiya neteweperestî û netewe-dewletê ava bûn û rejîmên dîktator ên monarşîk, ku ji rastiya gel qut in, êdî li ber sekeratê ne. Li dijî van rejîmên ku bi sedan salan gelên li herêmê berdan hev, zilm, zordarî, komkujî û koledarî li ser wan ferz kirin, gelên herêmê hatine radeyeke teqînê û serî rakirine. Raperîn û serhildanên gel ên ji sala 2011'an û vir ve li herêmê tên jiyîn nîşan didin ku hesreta demokrasî û azadiyê ay gelên herêmê çiqasî xurt e, çiqasî ji av û hewayê girîngtir e. Gelên herêmê yên berdêl giran û fedekariyên mezin nîşan dan, ji ber di warê pêşengiya rêxistinî, polîtîk û îdeolojîk qels in, heta niha encamên heq dikirin bi dest nexistin û ev rewşa wan di têkoşînê de rê li ber valahiyan vekir. Hêzên hegemon ên herêmî û navneteweyî hewl didin li ser bingeha berjewendiyên xwe bandorê li van pêşketinên şoreşgerî bikin û li gorî xwe bi rêve bibin."

ŞERÊ LI SÛRIYÊ VEGUHERÎ BINGEHEK HESABPIRSÎNÊ YA HÊZAN

Di danezana encamê de hat ragihandin ku rewşa îro li Sûriyê tê jiyîn, nîşaneya berçav a vê yekê ye û wiha hat gotin:

"Bûyerên li Sûriyê diqewimin nîşan didin ku ne tenê şerekî navbera rejîm û mûxalefetê de ye, xwe gihandiye asteke herêmî û navneteweyî, veguheriyek bingehek hesabpirsîna ji hev a van hêzan û bûye şerekî wekaletî ya li ser navê van hêzan tên meşandin. Eger îro rejîm, mûxalefet û yên di warî şekerî û siyasî de piştgiriyê didin wan xetimîne û di rewşeke binketî de ne, li gelemperiya welêt rê li ber wêranî û trajediyan vedike, ev tê wê wateyê ku herdu alî jî nikarin bersivê bidin daxwaz û hesreta azadî û demokrasiyê ya gelên Sûriyê, ji gel piştgiriyê wernagirin."

ROJAVA JI BO ÇARESERIYA LI PERÇEYÊN DIN JÎ RÊ NÎŞAN DIDE

Konferansa HPG'ê careke din bibîr xist ku gelê Rojava nebûye siya ti hêzî û weke hêz û xeta sêyemîn xwe bi rêxistin kiriye û bi vê rêxistinbûyînê re şoreşa 19'ê Tîrmehê pêk aniye.

Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê, rê nîşan dide û wiha hat gotin:

"Bi şoreşa Rojava re derketiye holê ku xeta sêyemîn a ji bo Sûriyeke bi pirrengî û demokratîk a bi perspekîfa dîroka hevpar, çanda hevpar û jiyana hevpar a gelên herêmê, rêya rast e û xeteke xwedî şansê serketinê ye. Şoreşa Rojava ya ji şoreşa demokratîk a Sûriyê re bûye ronahî, di heman demê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê, rê nîşan dide.

Hêzên mêtînger û nokerên wan ên nikarin xwe li azadbûn û xurtbûyîna gelê me yên li Rojava rabigirin, fetisandina şoreşê û qelskirina gelê me ji xwe re kirine armanca bingehîn. Di vê çarçoveyê de li gel ambargoya ekonomîk, kampanyayên dezenformasyon û reşkirinê û êrîşên li qada siyasî û dîplomatîk, komên çete yên terorîst ê navneteweyî ajotine ser gelê me. Zêdehiya êrîşên sê mehê dawî yên li hemberî gelê me yê li Rojava, ne ji hêza çeteyan tê, pêwendiya xwe bi hebûna Hêzên herêmî û navneteweyî yên li pişt van çeteyan heye. Hin hêzên Kurdistanî bi helwestên xwe yên ne Kurdistanî û ne welatparêzî yên li dijî şoreşê re, bûne perçeyek ji vê konsepta fetisandinê. Lê belê me li dijî van êrîşan bi fedekariyeke mezin berxwedaneke dîrokî nîşan daye, ev êrîş pûç kiriye û diyar kiriye ku ew yek ji hêzên pêşeng ên şoreşa Sûriyê ye."

Di danezana encamê de hat ragihandin ku AKP'ê destwerdana li Rojhilata Navîn û hewldanên ji nû ve dîzaynkirina herêmê dîtiye û ji bo Kurd ji vê sûdê wernegirin û nebin xwedî statu, bi lez û ez karê tinekirina tevgera azadiyê ya Kurd daniye pêşiya xwe.

Di danezanê de hat gotin, "Li dû hilbijartinên Hezîrana 2011'an, li ser bingeha konsepteke qirkirinê ya dişibe ya Tamîliyan, hikûmeta AKP'ê ketiye nava pêngaveke nû ya êrîşan, bi vê armancê hewl daye ji hêzên navneteweyî û herêmî destekê bigire, teknolojiyên şer ên herî nûjen xistiye dewrê, artêşa taybet, tevgera taybet û leşkerên bi pere derxistiye pêş, li ser vê bingehê di nava du salan de hewl daye hêzên me yên gerîla tine bike" û hat destnîşankirin ku li gel vê zêdeyî deh hezar siyasetmedarên Kurd û nûnerên gel ên hatine hilbijartin girtiye û bi vî rengî hewl daye vîna gel bişkîne.

Di danezana encamê de hat ragihandin ku ev konsepta tinekirinê ya bi desteka şerekî mezin ê psîkolojîk û dezenformasyonê dihat meşandin, bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan, gelê Kurd, Hêzên gerîla û girtiyên siyasî yên li zîndanan hatiye pûçkirin û di encama vê berxwedanê de jî pêvajoya çareseriya demokratîk ketiye rojevê.

AKP RÊ LI BER PÊVAJOYEKE PÊŞIYA WÊ XUYA NAKE, VEDIKE

Di danezana encamê ya bi mora Konseya Fermandariyê ya HPG'ê de der barê pêvajoyê de ev tespît hat kirin:

"Rêber Apo ev pêvajo û pêngava berxwedanê bi kûrahî nirxandiye û bi banga xwe ya Newroza 2013'an re pêşî li çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê vekiriye. Weke tevger û HPG em bi pêvajoya rizgariya demokratîk a Rêberê xwe re dilsoz man û me hewl dan berpirsyariyên xwe bicih bînin. Tevî ku konjonktura herêmî û navneteweyî bingehek xurt ji bo şerekî mezin diafirand jî, şer hat rawetandin, agirbest bi yekalî hat îlankirin, dîlên di destê me de hatin berdan û gerîla dest bi vekişîna ji nava sînorên Tirkiyê kirin.

Tevî ku Rêberî û tevgera me bi fedekariyeke mezin gavên ewçend dîrokî avêtin jî, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ti gaveke ku mirov pê bawer bin, neavêtiye. Herçend rîayetî rewşa agirbestê hatibe kirin jî, ti nîşaneyek ku dest ji qirkirina çandî, asîmîlasyon û feraseta înkarê hatiye berdan, xuya nekiriye. Hebû berpiryariyên me yên ji bo asta yekemîn a pêvajoyê bicih hatin anîn. Lê di asta duyemîn de berpirsyariyên dikevin ser milê dewlet û hikûmetê yên serbestberdana girtiyên siyasî, sererastkirina mercên Rêberê me lê tê ragirtin, guhertinên qanûnî û destûra bingehînî yên înkar û tinekirina Kurdan ji holê rabikin, nehatine kirin. Dest ji avêtina van gavan berdin, li Kurdistanê bi sedan qereqolên nû, bendav û rêyên bi armanca ewlekariyê hatine çêkirin, hejmara cerdevanan hatiye zêdekirin, li qadên gerîla vala kirine leşker hatine bicihkirin, veguhastinên leşkerî û alavên leşkerî yên ber bi Kurdistanê ve, kefşên li qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam kirine. Ji dîwarê nû yê Berlînê ku di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê tê lêkirin tê fêmkirin, li dijî şoreşa li Rojava polîtîkayê dimeşîne û destekek aktîf dide komên çete yên êrîşî gelê me dike. Ev hemû nîşan didin ku ji siyaseta înkar û tinekirinê venegeriyane. Rêveberê van pêkanînên çavkaniya xwe ji hişmendiya mêtîngeriya klasîk werdigirin hikûmeta AKP ye. Hikûmeta AKP ev firsenda dîrokî ya Rêberê me pêşkêş kir heba kir û di ser re jî bi demagojî û polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê re rê li ber pêvajoyeke pêşî nayê dîtin, vedike."

PRATÎKA 2 SALA HAT NIRXANDIN

Di konferansa 7. a HPG’ê de pratîkên 2 salan yên Hêzên Parastina Gel jî hatin nirxandin. Di danezana encamê de bal kişandin ser “Pêngava Operasyona Şoreşgerî” û wiha hat gotin: “2 salên borî, li hember konsepta tasfiyeya gel û tevgera me, buye pêvajoya berxwedaneke birfireh û têkoşîneke giranbuha. Hêzên me li hember plana wek tasfiyekirina Tamîl’an bi perspektîfa Şerê Gel yê Şoreşgerî  li ber xwe daye. Di qadan de înîsiyatîf û hakîmiyet bi dest xistiye. Ji Şemzînan heya Çelê, ji Elkê heya Amedê, ji Serhedê, Deryareş û heya Amanosan di li ser esasê operasyonên şoreşgerî berxwedanek mezin daye. Bi vê berxwedanê plana tasfiyekar a hukûmeta AKP’ê jî vala derxistiye. Hêzên me ger kêmasiyên pratîka 2 salan bi felsefeya Apoyî têk bibin û xwe bigihîjin asta gerilatiya profesyonel û modern, dê gerîlayê Kurdistanê di sedsala 21’emîn de carek din serkeftina xwe îspat bikin.” 

HPG JI NÛ VE TÊ SAZKIRIN

Mijareke din a ku di konfernasê de hatiye destgirtin jî ji nûve sazkirina HPG’ê û projeya hûr û kûrbûnê ye. Di danezana ku hatiye aşkerakirin de, tê diyarkirin ku HPG ji bo pêvajoya nû diçe biryar û plansaziyên nû û wiha hat gotin: “Dê hêzên me di pêvajoya nû de kêmasiyên xwe, projeya ji nû ve sazbûn bike armanca xwe û xwe ji nû ve biafirîne. Tenê ne aliyê leşkerî, birdozî, çandî, perwerdeyeke li gorî cewhera polîtîk, kûrbûn û projeya nûbûnê esas bigire. Konferansa meya ku bi ruh û xeta 11’emîn Kongreya PKK’ê ji xwe re esas digire, dê bi wê biryar û baweriyê tev bigere, di heman demê de pêdiviyên pêvajoya nû pêşwazî bike û li gorî wê plan û sererastkirinan pêk bîne.”

Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, ku pêvajoya Serokatiya me di Newrozê dê bi hemleya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad daye destpêkirin berpirsyariya xwe ya dîrokî bi awayekî berpirsyarî ji bo ku bi cih bîne esas girtiye, bangawaziya Serkatiya me û biryarê KCK’ê yek bi yek aniye cih. Bi berpirsyariyek mezin û di nava dîsplînekê de pêvajoya vekişînê meşandiye, bi sebir û vînek xurt girêdayî pêvajoya agirbestê maye. Bi vê yekê HPG’ê nîşan daye ku qasî bi şer di pêvajoya çareseriya demokratîk de jî tişta ku di keve ser milê wê bi cih aniye. Ev konferans berxwedan HPG’ê ya 2 salan daye nirxandin, bi awayekî wêrek rexne û rexnedayîn hatiye kirin, kêmasî hatiye destgirtin, ev kêmasiyên ku hatiye jiyankirin bi encamgirtiyek çareseriyê hatiye destgirtin û bi rêbazekî çereserî gihiştiye biryarbûyînê.”

Di Konferansê de hat gotin ku: “Di pêşengiya Huseyîn, Mehmet, Kerîm, Rojîn, Nûman, Celal, Xebat, Simko, Çîçek, Alîşêr, Rûstem û bi sedan şehîdên me destana têkoşînê ku hatiye dayîn ev konferansa 7. a HPG’ê pêk hatiye. Bi tespîtkirina xeta şehîdan û xeta serkeftinê ya azadiyê dê li ser vê esasê bide jiyan kirin û bîbiryarbûnek mezin ev konferans pêk hatiye.  Li ser vê yekê konferansa me gihiştiye biryarbûn û zelalbûnê. Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê di bin fermanê Rêber Apo û bi perspektîfên siyasî yên KCK’ê bêyî ku bikeve nava fikaran de biryara de pêk bîne û emê berpirsyariya xweya dîrokî ya ku dikevin ser milê me ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bînin cih. Ev konferans bûye konferanseke ku li hemberî Rêbertî, gel û şehîdên me îradeyekî xurt derxe asta herî jor. Em vê konferansa ku bi şîara ‘Jinûve avakirin û serketinê’ ya HPG’ê li hemû hêza gerîla û gelê xwe pîroz dikîn û em bang li herkesê dikin ku têkoşîna ku bi şîara ‘azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ bilind bikin.