HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê di 3'ê Tîrmehê de ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijdarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"3'ê Tîrmehê li herêma Xantûrê ya Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker hevalên me Goran, Viyan û Xabûr şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Goran Goyî

Nav paşnav: Mûhammed Bayram

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Sînem-Feyzûllah

Dem û cihê şehadetê: 3'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

 

Nasnav: Viyan Devrîm

Nav paşnav: Cîna Terpûş

Cihê jidayikbûnê: Kobanî

Dayik-Bav: Celîle-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 3'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

 

Nasnav: Xabûr Întîkam

Nav paşnav: Omer Îso

Cihê jidayikbûnê: Kobanî

Dayik-Bav: Fatima-Çerkez

Dem û cihê şehadetê: 3'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê destaneke vejînê ye. Di herikîna dîroka cîhanê de hêzên emperyalîst û dagirker ên herêmî bi tifaqa navbera xwe gelek gelên bindest ji holê rakirin û sîstema xwe ya mêtingeriyê ava kirin. Kurdistan veguherandin navenda sîstema mêtingeriyê, mafên gelê Kurd jê hate standin û bi asîmîlasyona bi rêk û pêk ew anîn ber tinebûnê. Rêber Apo di damezrandina vê tevgerê de bi gotinên xwe yên destpêkê ev mêtingerî û dagirkerî tespît kir û diyar kir ku berxwedana li dijî vê yekê wê dijwar be. Salên destpêkê yên Tevgera Azadiyê bûn salên têkoşîna vejînê û dema piştre jî veguherî dema pêkanîna azadiyê û dawîanîna li dagirkeriyê. Dewleta TC a dagirker gelek caran ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê li Başûrê Kurdistanê operasyon kir û her carê bi rengekî mezin ji hev ket. Dewleta TC a dagirker bi piştgiriya hêzên emperyalîst, bi çekên ji teknolojiya pêşketî û bi seferberkirina hêzên noker ên herêmî li dijî gerîlayên azadiyê li Başûrê Kurdistanê careke din dest bi êrişeke dagirkeriyê û tunekirinê kir.

Hevrêyên me Goran, Viyan û Xabûr ku ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ve li ber xwe didan, bi îrade û baweriyeke mezin şer kirin û bûn pêşengên berxwedana dîrokî.

Her yek ji hevrêyên me Goran, Viyan û Xabûr li xaka Kurdistanê ya leheng mezin bûn, bi hişmendiya welatparêziyê têgihiştîn, ji nava civateke berxwedêr a dilsozê partiya xwe tevlî nava refên gerîla bûn.

Hevrêyên me ku zanîbûn ya di oxira wê de li ber xwe didin têkoşîna azadî û hebûna gelê Kurd e, ji roja destpêkê heta kêliya şehîd bibin bi vê bawerî û hişmendiyê tevlî nava refên berxwedanê bûn. Bi têkoşerî û fedakariya xwe bûn çavkaniya sûdwergirtinê ji hevrêyên xwe re. Her wezîfe û berpirsyariya xwe bi serketineke mezin bi cih anîn.

Tevlî çalakiyên li berxwedana Heftanînê bûn ku derbên giran li dagirkeran xistin û bûn lehengên vê berxwedana destanî. Hevrêyên me Goran, Xabûr û Viyan bi vê sekna fedayî talîmata serketinê dide me hevrêyên wan.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku bi ruhê tolhildanê yê fedayî em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û hêjayî wan bin."