Hollande der heqê 3 DAIŞ'iyan Tirkiye sûcdar kir

Hollande der heqê 3 DAIŞ'iyan Tirkiye sûcdar kir

Serokkomarê Fransayê François Hollande, di mijara endamên DAIŞ'ê de helwesta xemsar a Tirkiyeyê rexne kir. Hollande da xuyakirin ku rayedarên Tirk, der heqê 3 endamên çete yên ber bi Fransayê dersînor kirin, agahî nedane rayedarên Fransayê.

3 kesên ku diviyabû roja Sêşemê li Balafirgeha Marsîlsyayê bihata binçavkirin, bi serbestî ji balafirgehê derketibûn. Polîsê Fransayê, li şûna Marsîlyayê li balafirgeha Paris-Orly li benda 3 endamên çete bûn. 3 endamên DAIŞ'ê ku xizmên Mûhammed Merah ê di sala 2012'an de piştî li bajarê Toulosue komkujî kir û hat kuştin in, piştî ku li Sûriyeyê man derbasî Tirkiyeyê bûn û ji wir jî vegeriyabûn Fransayê. Ev kesên mijara gotinê duh bi xwe çûbûn cem jendermeyan û teslîm bûbûn û bi sûcdariya "bi armanca terorê kom ava kirine" hatibûn binçavkirin.

Serokkomarê Fransayê François Hollande der heqê van her sê 'cîhadiyan' de di konferansa çapemeniyê ya li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û îdîakir ku hevkariya di navbera rayedarên her du welatan de qels e. Hollande rayedarên Tirk rexne kir ku bi van 3 çeteyên dizanîbûn ji Sûriyeyê vegeriyane polîs neşandine û anî ziman ku der heqê vegera van kesên mijara gotinê de Fransa nehatiye agahdarkirin.

Hollande da xuyakirin ku der heqê cîhadiyên ji Sûriye û Iraqê vegeriyane de qaşo pêwîstî hevkariya Tirkiyeyê heye û anî ziman ku Wezîrê Karên Hundir Bernard Vazeneuve wê di demeke nêz de biçe Tirkiyeyê.