'Hîma sereke ya Sûriyeya Nû Federasyona Bakurê Sûriyê ye'

Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Mûstafa Karasû diyar kir Şoreşa Rojava ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re pêşengiyê dike ji bo gelên Rojhilata Navîn derî li serdemeke nû vekiriye.

Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê Mûstafa Karasû ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî, gerîlayên HPG'ê ku li Bakurê Kurdistanê di nav çalakîtiya aktîf de ne silav kir.

Karasû got, li dijî tasfîyekirina PKK'ê, li dijî şikandina vîna Kurdan û radestkirina wê, jê wêdetir jî li dijî komlogerên ku dixwazin qira Kurdan bînin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dîrokê berxwedaniya herî berz a dîrokê diyar kiriye.

'MEZWIZIYÊN NÛ LI NIRXÊN MIROVAHIYÊ TÊNE ZÊDEKIRIN'

Karasû diyar kir di şexsê şoreşa Rojava de ku li ser hîmê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan derketiye holê,ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û dinyayê sîstemeke alternatîf, ramaneke alternatîf, modêleke jiyaneke azad û nû tê xwestin ku were pêşxistin û diyar kir ku pêşengiya vê jî hêzên gel ên şoreşger-demokratîk dikin.

Karasû diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi navê Îslamê êşên mezin dana gelên Rojhilata Navîn û got DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn di demeke kurt de rejîmên riziyayî hilweşandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê diyar kir, di pêvajoyeke wiha de Tevgera Azadiya Kurd ji bo ku di şexsê şoreşa Rojava de nirxên mirovahiyê biparêze, mewziyên nû li nirxên mirovahiyê zêde bike li Rojava, Şengal, Mexmûr û Kerkûkê li dijî DAIŞ'ê berxwedaniyeke berz nîşan daye.

Karasû diyar kir di vî şerî de, ku ji bo nirxên mirovahiyê were parastin ev şer hate kirin, hêzên azadiyê bi hezaran şehîd dane, di paşvexistina nûnerê paşverûtiya dinyayê DAIŞ'ê de pareke girîng a fedekariya mezin a hêzên azadiyê heye. Karasû diyar kir, demekê li Sûriyê û Iraqê û hwd. ên ku navê DAIŞ'ê dibihîstin bajar, bajarok û gund vala dikirin û direviyan, lê berxwedaniya hêzên azadiyê ya li dijî DAIŞ'ê ev rewş berevajî kiriye.

Karasû diyar kir hemû hêzên ku ji hêzên azadiyê wêrek bûn dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer bikin û got di serkeftinên dijî DAIŞ'ê de serkeftina leşkerî xwedî pareke girîng e lê serkeftina dijî DAIŞ'ê ne tenê leşkerî ye. Karasû diyar kir sedema sereke ya serkeftina dijî DAIŞ'ê neteweya demokratîk, xeta konfederalîzma demokratîk, hişmendiya siyasî ya nû ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê û diyar kir hêzên YPG, YPJ'ê bi paradîgmaya Ocalan li dijî DAIŞ'ê bi ser ketine.

'PALPIŞTA HERÎ MEZIN A SÛRIYEYA NÛ FEDERASYONA DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRIYÊ YE'

Karasû anî ziman, ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla Ereb, Sûryanî, Kurd û Çerkezan ve jî hatiye qebûlkirin û got, şoreşgerên Rojava yên ku xwe bi fikir û felsefeya Ocalan pêçane li Bakurê Sûriyê, li gel her cure kêmasiyan jî bi rêjeyeke mezin şoreşa siyasî û civakî pêk anîne.

Karasû diyar kir şoreşgerên Rojava şoreşê tenê bi Rojava û Bakurê Sûriyê re nikarin sînordar bikin û dixwazin li hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn berbelav bikin û got, îro 80 ji 100'î yên di nav Pêngava Rizgarkirina Reqzayê de ne Ereb in û diyar kir Ereb, Sûryanî, Kurd û civakên cihê û xwedî baweriyên cihê li ser hîmê jiyaneke hevpar, wekhev û azad gavên mezin davêjin.

Karasû got, ''Heke Şoreşa Rojava tenê bi Kurdan, tenê bi Rojava sînordar bimaya wê bixitimiya û bi ser neketa. Wê ji hêla hinan ve bihatana fetisandin, ji rê bihatana derxistin. Şoreşa Rojava piştî ku di xeta neteweya demokratîk de, bi hişmendiya konfederalîzma demokratîk li hemû Bakurê Sûriyê, li Sûriyê belav bû şoreşa Rojava serketinên mezin bi dest xist'. Karasû her wiha got serkeftina herî mezin a şoreşa Rojava ew e ku civakên Ereb, Sûryanî, Tirkmen û Kurd û hwd. li ser hîmê jiyaneke azad û wekhev hatine cem hev û Bakurê Sûriye ya demokratîk ava dikin.

Karasû wiha dom kir: ''Di şoreşa Rojava de ku ev nehatana kirin û tenê bi Kurdan re sînordar bimaya wê meylên nîjatperestiyê bi pêş biketana di nav gelan de û şoreşa siyasî û civakî qels bibûna. Heke Sûriyeyeke nû wê were avakirin ev ê ne bi mantiqa rejîma berê be û ne jî bi dewleta Tirk û çeteyên wê dikare were avakirin.''

Karasû diyar kir ku heke wê were avakirin hîmê herî qeyîm ê Sûriyê wê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê be û got divê hêzên navdewletî jî vê rastiyê bibînin û diyar kir, teka rêya demokratîkkirina Sûriyê ew e ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê sîstemeke alternatîf e.

Ragihand, ku di Federasyona Demokratîk a Sûriyê de Ereb, Kurd, Sûryanî, Tirkmen, Elewî û hwd. wê xweseriya xwe bijîn û di nav ewlehiyê de bin.

'NÊZÎKATIYÊN BERTENG Û MILLETPERWERÎ BI KURDAN DIDIN WINDAKIRIN'

Karasû diyar kir ji ber nêzîkatiya berteng a miletparêziyê ya YK, PDK û partiyên dî yên Başûr ne xwe demokratîk kirin û ne jî Iraq, Rojhilata Navîn demokratîk kirin û got: ''Rojhilata Navîn di xeta Rêbertî de wê sedsala demokratîkbûnê bijî. Ji bo vê jî sedsala pêş me kîjan gel xwedî hêza çareseriyê ye civaka ku berz dibe wê ew be. Ji bo vê jî tê fêhmkirin ku Kurd pêşengiya demokratîkbûn, biratiya gelan dikin.

Heke YNK, PDK û partiyên dî yên Başûrî, li ser hîmê demokratîkirina Başûrê Kurdistanê pêşengî ji demokratîkbûna Iraqê re bikirana ne tenê li Iraqê wê li Rojhilata Navîn jî pêşengî bikirana.

Karasû da zanîn, ku di sedsala 21'ê de Kurd bi qalibên miletperweriya berteng û parçeyî wê nikaribin parastina Kurdan bikin, bi hişmendiyeke  Kurd ku Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê û Rojhilata Navîn ji xwe re esas digire wê Kurd bikaribe were parastin û got rewşeke berevajî vê nîşan dide ku li ser Kurdan hê jî talokeya qirbûnê heye. Karasû wiha got: '' Kurd di xeta Rêber Apo de hişmendiya neteweya demokratîk ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn berbelav bikin wê Kurdan qels neke. Bi ser de wê ji dewletoka biçûk û berteng xilas ike û li hemû Rojhilata Navîn bibe netew û gel.''

'TRAJEDIYA ŞENGALÊ ENCAMA LIHEVKIRINA PDK-DAIŞ'Ê YE'

Karasû diyar kir arîşeya li Şengalê  ji liberxwenedana pêşmergeyan wêdetir ew e ku PDK ji hêla siyasî ve li şûna ku li ber xwe bide bi DAIŞ'ê re kete lêgerîna lihevkirinê û ji bo vê jî li Şengalê hovîtiyeke mezin hate jiyîn û got: ''Şehîdên Şengalê bi minetdarî bi bîr tînim, hemû kesên ku li Şengalê li ber xwe didin slav dikim.''

Karasû got ew êşa jin, zarok û ciwaên dîlgirtî di dilê xwe de dijî û got, heta ku Rojhilata Navîn neyê azadkirin ne pêkan e ku trajediyên wiha ji holê werin rakirin.

Karasû diyar kir 12 Siwariyên ku nehiştin li Şengalê komkujiyeke mezintir pêk were rûmeta Kurdan xilas kirine û got, divê PDK malavayî li 12 gerîlayan bike an na ti tiştek wê nikaribe PDK'ê xilas bike.