Hilbijartina parlamenta Iraqê: Dengdanê dest pê kir

Ji bo hilbijartina parlamenta Iraqê tenê du roj man. Xebatkarên hêzên ewlekariyê û girtiyan dest bi dayina dengan kirin.

Ji bo hilbijartina parlamenta Iraqê tenê 2 roj man. Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Xanesorê bi gel re civiya. Gelek kes beşdarî civîna gel bû û ji bo hilbijartina 12'ê Gulanê kar û wezîfe hatin parvekirin.

Li Dihola, Borik, Sinûnê, Xanesorê û Şengalê, li dijî dek û dolabên di hilbijartinê de bên kirin, kesên li ber sindoqan bin hatin diyarkirin.

Diham Şengalî diyar kir ku PADÊ ji bo lîsteya 169'an hilbijêrên xwe wezîfedar kiriye û ji bo parastina sindoqan jî perwerde daye.

Hêzên ewlekariyê, fermandar û leşker, polîs û pêşmerge û girtiyên li Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina giştî dengê xwe didin. Dengdan wê heta saet 18'an bidome. Dengdêrên li derveyî welat jî wê îro karibin li 19 welatan dengê xwe bidin. Dengdêrên li derveyî welat wê li Urdun, Kanada, Tirkiye, Îran, Îmarat, Lubnan, Misr, Danîmarka, Hollanda, Îngilîstan, Elmanya, Amerîka, Swêd, Awûstralya, Norwêc, Awûstûrya, Fînlandiya, Belçîka û Zelanda Nû karibin dengê xwe bidin.

Di qonaxa destpêkê ya dengdanê de mafê 943 hezar kesî heye ku dengê xwe bidin û 179 hezar ji van li Herêma Kurdistanê ne.

Ji bo dengdêrên ku îro li Iraqê û Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin, hezar û 79 navend hatine amadekirin.

Dengdanê danê sibehê dest pê kir, lê belê destûr ji nûçegihanan re nehate dayin ku dengdana hêzên ewlekariyê bişopînin.