Hikumeta Merkel piştgirî da çeteyên êrîşî Efrînê dikin

Ji bo pirsa parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke ya li ser çeteyên êrîşî Efrînê dike, hikumeta federal bersiveke sosret da. Hikumeta Merkel ji bo êrîşa li ser Efrînê got, "Tirkiye li dijî terorê têdikoşe" li ser hevkariya bi El Qaîde û DAÎŞ'ê jî got, "del

Rêveberiya Berlînê ku tevî nerazîbûna tund a raya giştî, çapemenî û partiyên mûxalefetê li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bêdeng e, vê carê rêxistinên terorîst ên bi rejîma Erdogan re tevdigere ji nedîtî ve hat.

Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke, roja 31'e Çileyê rewşa Efrînê ji Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth pirsî bû. Jelpke ev pirs li Roth kiribû:

"Gelo agahî li ber destê hikumeta federal heye ku artêşa Tirk li Efrînê tevî komên weke DAÎŞ û El Qaîdeyê tevdigere? Li ber desê hikumeta federal agahî heye ku li Efrînê şervanên DAÎŞ'ê jî hene? Eger nebe, çima Berdevka Hikumeta Elman Ûlrîke Demmer roja 24'ê Çileyê di daxuyaniya xwe de qala mafê rewa yê Tirkiyeyê yê li dijî êrîşa DAÎŞ'ê kir?"

PARASTINA ÇETEYÊN DEWLETA TIRK JI ELMANYAYÊ RE MA

Wezareta Karên Derve ya Elman bersiv da pirsên Jelpke kuk ev bersiv jî mîna ku ji aliyê amûrên propagandayê yên rejîma Erdogan ve hatiye amadekirin. Li gel wêne û agahiyên ku di medya cîhanê de hatin weşandin, wezaretê hevkariya desthilatdariya Erdogan a bi El Qaîde û DAÎŞ'ê re ji nedîtî ve hat. Bi navê hikumeta federal wezaretê ev bersiv da:

"Li gorî agahî û delîlên li ber destê hikumeta federal, Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê di operasyona leşkerî de tevî rêxistinên çekdar şer dike. Lê belê agahî li ber destê me nîne ku ev rêxistin rêxistinên mîna DAÎŞ'ê, El Qaîdeyê yên di lîsteya rêxistinên terorê yên navneteweyî ne yan na.

Divê em vê ji bîr nekin; di nava sê salan de Tirkiye bû hedefa êrîşên giran ên rêxistinên Îslamî yên mîna DAÎŞ'ê. Tirkiye di mijara têkoşîna dijî terorê de berjewendiyên xwe yên bingehîn ên ewlekariyê bi hikumeta federal re parve dike. Ji ber vê yekê hevkariya me ya di têkoşîna dijî terorê de xizmetê ji ewlekariya mirovên li her du welatan re dike.

DAÎŞ mîna berê, dikare li herêmên cuda yên Sûriyeyê xwe nîşan bide û êrîşan bike. Li ser hebûna şervanên DAÎŞ'ê li Efrînê li ber destê hikumeta federal ti delîl nîne. Tirkiye berê bû hedefa êrîşên DAÎŞ'ê. Ji ber vê yekê hikumeta federal fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê fêhm dike."

JELPKE: HEVKARIYA BI ÇETEYAN RE REWA DIKE

Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşanî vê bersiva bi navê hikumetê hate dayin da û got, Elmanya bi gotina "ewlekariya mirovên her du welatan" hevkariya bi dewleta Tirk re rewa dike. Jelpke anî ziman, rêveberiya Berlînê hevkariya Tirkiyeyê ya bi rêxistinên terorê yên mîna El Qaîdeyê ji nedîtî ve tê û got, "Şefê terorê Erdogan, di têkoşîna dijî terorê de nabe hevpar."

Nûçeya li ser mijarê: