Hikûmeta Kobanê bang li NY û raya giştî kir

Hikûmeta Kobanê bang li NY û raya giştî kir

Hikûmeta Kantona Kobanê bang li NY û raya giştî ya navneteweyî kir ku korîdoreke ji bo alîkariya mirovan di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî bê vekirin, heyetên pisporan ên navneteweyî ji bo lêkolînkirina rewșa li Kobanê bên, ava vexwarin û  xwarinê bê tedarîkkirin, ji bo dermankirina nexweşan doktor bên şandin û ji bo ji nû ve avakirina bajêr amûrên teknîkî bişînin Kobanê.

Hikûmeta Kantona Kobanê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa Kobanê ya bi mehan e rastî êrîşên çeteyên DAIŞ tê û bang li Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî kir ku korîdoreke ji bo alîkariya mirovan di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî bê vekirin, heyetên pisporan ên navneteweyî ji bo lêkolînkirina rewșa li Kobanê bên, ava vexwarin û  xwarinê bê tedarîkkirin, ji bo dermankirina nexweşan doktor bên şandin û ji bo ji nû ve avakirina bajêr amûrên teknîkî bişînin Kobanê.

Hikûmeta Kobanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku êrîșên DAIȘ‘ê yên li ser bajarê Kurdî yê Kobanê li bakurê Sûriyeyê ji 15‘ê Îlonê ve berdewam dikin û wiha dewam kir, "Di encama vî șerî de piraniya bajêr û gundên derdorê hatine wêrankirin û talankirin. Ev krîza mirovatiyê ji ber hebûna embargoya de-fakto tê mezinkirin. Ji ber ku tevahiya rêyên diçin Kobanê tên girtin alîkariyên mirovahiyê nikarin bikevine bajêr. Ji ber rewșa xerab a penaberên li Tirkiyeyê hejmareke mezin a mirovan dîsa vedigerin Kobanê. Șaredariya bajêr niha ji aliyê kesên dilxwaz ve tê birêvebirin."

‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZİN VEXWARINA AVÊ YE’

Hikûmeta Kobanê da xuyakirin ku pirsgirêka herî mezin a Kobanê kêmasiya ava vexwarin e û got, “Piștî destpêka șoreșa gel a Sûriye șandina avê ya bi boriyên navendî tên birêvebirin, hat rawestandin. Di encamê de șêniyên Kobanê boriyên alternatîf ava kirin. Lê ji ber êrîșên DAIȘ’ê  boriyên avê hatin xerakirin. Șêniyên Kobanê niha hewcedariyên xwe yên avê ji hinek bîrên heyî dikișînin. Lê ew ava bîran ne ava vexwarinê ye. Lewma ew av tenê ji bo șûştin û paqijkirinê tê bikaranîn. Ava vexwarinê tenê di șûșeyên plastîkî de heye. Lê ev șûșeyên avê hindik in û têra demek dirêj nakin.”

Daxuyanî wiha didome, “Her wiha di sêrî de ard û genim kêmasiya xwarinê heye. Lewma hewcedariyên sereke yên xwarinê nikarin werin pêkanîn. Așxaneyên ji aliyê șaredariyê ve dihatin birêvebirin bi hemû berdestiyên heyî ketin bin destê DAIȘ’ê.

‘PÊWÎSTÎ BI CILÊN ZIVISTANÊ HEYE’

Pirsgirêkeka din jî elektrîk e. Ji ber ku ev jî ji aliyê hikûmeta navendî ve dihate birêvebirin ev du sal e elektrîka bajêr tune ye. Șêniyên bajêr heta êrîșên DAIȘê destpê kirin hewcedariyên xwe bi jeneratoran pêk dianîn. Lê DAIȘê êrîșî depoya mazotê kir û xera kir. Ji ber kêmasiya mazotê ne tenê pirsgirêka elektrîkê derket holê. Bi heman mazotê sobe jî dihatin bikar anîn. Ji ber zivistana li ber derî kêmasiya mazotê pirsgirêkeka mezin derdixîne hole. Her wiha di serî de çakît û solan pêwîstî bi cilên zivistanê heye. Dema șêniyên gundan ji ber êrîșên DAIȘê revîn wan hemû tiștên xwe li pey xwe hiștin.

Her wiha kêmasiya alîkariya bijîșkî pirsgirêkeka mezin e. Her sê nexweșxaneyên heyî hatine xerakirin. Niha xaniyekî vala ji aliyê bijîșkekî dilxwaz ve wekî cihê dermankirina nexweșan tê bikaranîn. Lê ji ber kêmasiya amûrên bijîșkiyê gelek nexweșî nikarin werin dermankirin. Her wiha hinek amûrên bijîșkiyê hene, lê ji ber tunebûna eletrîkê nikarin werin bikaranîn. Ne tenê birîndarbûna gelek kesan di êrîșên hovane yên DAIȘ’ê de, her wiha gelek cenazeyên bi rojan li kolanan dimînin û bombebaran tirsa șewbê bi xwe re tînin. Ji ber êrîșên bê rawestan ên DAIȘ‘ê û kêmasiya amûrên teknîkî ne pêkan e cenaze ji kolanan bên rakirin.

AV, MAZOT Û XWARIN

Hikûmeta Kantona Kobanê diyar kir ku xwarin, av û mazota heyî tenê têra mehekê dikin û got, “Lê em nikarin bêjin wê têra çiqas demî bikin ji ber ku gelek penaberên li Tirkiye dîsa vedigerin Kobanê. Di serî de neyîna boriyên avê wekî pirsgirêkeka mezin tên dîtin.

Ji ber vê yekê em dixwazin bi vê nameyê bangê li raya giștî bikin.

Daxwazên me:

Avakirina korîdoreke ji bo alîkariya mirovan di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de,

Şandina heyetên pisporan ên navneteweyî ji bo lêkolînkirina rewșa li Kobanê,

Misogerkirina ava vexwarin û xwarinê,

Șandina komên bijîșkan ên navneteweyî ji bo dermankirina nexweșan,

Șandina amûrên teknîkî ji bo ji nû ve avakirina bajêr.