Hikumeta Başûr dagirkeriya Tirkiyeyê parast!

Hikumeta Herêma Kurdistanê, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk meşrû kir û PKK sûcdar kir.

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî li Hewlêrê li Hotel Rotanayê civîna çapemeniyê li dar xist.

Dîzeyî qala dagirkeriya dewleta Tirk a li Bradostê kir û diyar kir ku piştî salên 1980’î ji ber ku PKK hatiye Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk sînor derbas dike.

Dîzeyî dagirkerî meşrû kir û got, “Heke hêzên PKK’ê ne li herêmê bûna ew ê leşkerên Tirk nehata. Hêvîdar im PKK van deran biterikîne.”

Dîzeyî berê jî diyar kiribû ku dewleta Tirk xwediyê malê ye û PKK jî hêzêke biyan e.

DEWLETA TIRK SÎNOR DERBAS DIKE

Dewleta Tirk 26 kîlometre sînor derbas kiriye û li qadên ku dagir kiriye, gelek baregehên leşkerî ava kiriye. Hêzên Tirk dikevin gundan û jiyana rojane ya gundiyên herêmê asteng dike. Hebûna leşkerên Tirk a li herêmê bandoreke neyînî li ewlehiya sivîlan dike.