Hêzên HBDH’ê rêze çalakî kirin

Milîsên hêzên HBDH’ê di 15-20’ê Kanûna 2019’an de li Akdenîz a Mêrdînê rêze çalakî kirin.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (HBDH) a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku hêzên wan di navbera 15-20’ê Kanûna 2019’an de li navçeya Akdenîz a Mêrsînê rêze çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Li dijî benda polîsan a di bin navê kontrolkirina nasnameyan li navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi helwest û tevgerên cuda rûmeta gelê me dişkînin, çalakiyeke bi bombeyên destan hatiye kirin. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin ku hinek polîs birîndar bûne.

Kesê bi navê Ahmet Kara ê hevkarê polîsên faşîzimê ku di derbarê gelê em yê welatparê-şoreşger de agahiyan berhev dikin û heman demê bi madeyên hişbir ciwanên me bi jehrî dikin hate tesbîtkirin. Ev kesê hevkarên dijmin ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin.

Her wiha dîsa hinek kesên li gel Ahmet Kara bazirganiya madeyên hişbir dikirin jî malên wan ji aliyê hêzên me ve hatine şewitandin.”