Heyetê 4 saetan bi Ocalan re hevdîtin pêk anî

Heyetê 4 saetan bi Ocalan re hevdîtin pêk anî

Hevdîtina Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê ya çavlirê bû sibe pêk bihata îro pêk hat.

Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê ya ji Cîgirên Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken, Pervîn Buldan, parlamenter Sirri Sureyya Onder û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle pêk tê îro saet di 10.00’an de ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn.

Heyet saet di 16.00’an de ji giravê veqetiya û hevdîtina heyetê 4 saet berdewam kir. Tê payîn ku heyet têkildarî hevdîtinê sibe daxuyaniyê bide.