Heyeta OSCE çû serdana HDP'ê
Heyetek ji Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) çû serdana HDP'ê. Di hevdîtinê de ewlekariya hilbijartinên 24'ê Hezîranê hate nirxandin.
Heyetek ji Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) çû serdana HDP'ê. Di hevdîtinê de ewlekariya hilbijartinên 24'ê Hezîranê hate nirxandin.
Mîsyona Çavdêriya Hilbijartinê ya OSCE ji aliyê Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û Parlamenterê Mêrdînê Alî Atalan ve hate pêşwazîkirin.
Civîn duh (8'ê Gulanê) li Meclîsê pêk hat û saetekê dewam kir. Di civînê de ji heyetê re hate ragihandin ku di nava şert û mercên Rewşa Awarte de ewlekariya hilbijartinê nepêkan e û bi taybetî li herêmên bejahî yên nifûsa Kurdan lê zêde ye, mîna hilbijartinên beriya niha dibe ku zexteke giranb ê kirin.
Her wiha dîlgirtina namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş hate bibîrxistin û hate gotin ku ev yek wê zerarê bide meşrûiyeta hilbijartinê.