Heyeta Mirovên Aqilmend wê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bike
Heyeta Mirovên Aqilmend wê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bike
Heyeta Mirovên Aqilmend wê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bike
24 kesên di nav Heyeta Mirovên Aqilmend de cih digirin, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, wê serî li Wezareta Edaletê bidin. Mirovên Aqilmend ên xwestin bi hikûmetê re jî hevdîtinê bikin, wê banga "dewamkirina rewşa bêçalakîtiyê" li aliyan bikin.
24 kesênd i nav Heyeta Mirovên Aqilmend d cih digirin, li ser banga Can Paker, Oral Çalişlar û Mehmet Ûçûm, duh hatin cem hev û li ser asta heyî ya pêvajoya çareseriyê axivîn.
Hat ragihandin ku ji 62 kesan 35 kes hatine vexwendin û ji van jî 24 kes tevlî civîna li Stenbolê ya li çapemeniyê girtî pêk hat, bûn.
Di civînê de Oral Çalişlar, Mehmet Ûçûm, Vahap Coşkûn, Abdûrrahman Dîlîpak, Ozturk Turkdogan, Kadîr Înanir, Hulya Koçyîgît, Mûhsîn Kizilkaya, Sîbel Eraslan, Ayhan Ogan, Tarik Çelenk, Dogû Ergîl, Kezban Hatemî, Abdûrrahman Kûrt, Fadîme Ozkan, Mahmût Arslan, Etyen Mahçûpyan, Alî Bayramoglû, Avnî Ozgurel, Nîhal Bengîsû Karaca, Yildiray Ogûr, Fatma Benlî û Levent Korkût amade bûn.
Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Hevserokê KESK'ê Lamî Ozgen û Berdevkê Hewldana 78'an Celalattîn Can beşdar nebûn. Teker a ji bo civînê hat vexwendin destnîşan kir ku bi nêrîna "wê ji polîtîkayên AKP'ê re bibe bingeh" beşdarî civînê nebûye. Can jî diyar kir ku ew ji bo civînê nehatiye vexwendin.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan da xuyakirin ku ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê wî pêwîstî bi hatina gel hev dîtiye, lewma tevlî bûye.
Turkdogan ragihand ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got, "Di vê mijarê de em bi israr in." Turkdogan got, "Divê pêşî li rê û rêbazan bê vekirin ku Ew peyamên xwe karibin yekser bide. Bûyerên di dewam dawî de qewimîn, vekirina rêyên ragihandinê ferz dikin."
Turkdogan diyar kir ku ew ê îro yan jî sibê serî li Wezareta Edaletê bidin, ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan ragihand ku li gel hevdîtina bi Ocalan re ew ê bi hikûmetê û partiyên siyasî re jî hevdîtinan bike û bang li aliyan bikin ku rewşa bêçalakîtiyê dewam bikin.