Heyeta Mirovên Aqilmend: Em bi Înanir re ne

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku hunermend Kadîr Înanir kir hedef hate şermezarkirin.

Hunermend Kadîr Înanir ji ber ku tevlî pêşandana şanoya li ser pirtûka "Devran" a Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bû, bû hedefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû. Heyeta Mirovên Aqilmend jî ev yek şermezar kir. Heyetê diyar kir ku ew bi Kadîr Înanir re ne.

'REWŞEKE TIRSNAK E'

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ve hate weşandin.

Daxuyanî wiha ye: "Pirtûka Devran a Selahattîn Demîrtaş çend roj berê ji aliyê Julîde Kûral û Omer Şahîn ve li Şanoya Kenterê bi lîstika şano hate pêşkêşkirin. Hin siyasetmedaran bi rengekî bêpîvan rexne li lîstikê kirin, lê Wezîrê Karên Hundir hîn bêhtir zêdegavî kir û li dijî Kadîr Înanir ê ku li lîstikê temaşe dikir gotinên bi hêrs û giran bi kar anî.

Ne ya qebûlkirinê ye ku wezîrekî bi ewlekariya welat û mirovan hatiye wezîfedarkirin bi vî rengî hunermendekî bike hedef. Ev gotin hem di mijara çareseriya pirsgirêkan bi rengê aştiyane de hem jî ji aliyê pîvanên demokrasiyê ve rewşeke tirsnak e. Em li gel Kadîr Înanir in û bang li wezîr dikin ku ji ber gotinên xwe lêborînê bixwaze."

YÊN MOHRA XWE DANÎN BINÊ DAXUYANIYÊ

Endamên Heyeta Mirovên Aqilmend ên mohra xwe danîn binê daxuyaniyê: Ahmet Faruk Ünsal, Ali Bayramoğlu, Baskın Oran, Celalettin Can, Doğu Ergil, Etyen Mahçupyan, Fuat Keyman, Levent Korkut, Nihal Bengisu Karaca, Oral Çalışlar, Öztürk Türkdoğan, Vahap Coşkun, Yıldıray Oğur, Yücel Sayman.