Heyeta KESK’ê: Divê şewata li Dersimê were tefandin
Artêşa Tirk li Dersimê li gelek cihan agir bi daristanan dixe. Heyeta KESK’ê çû herêma ku agir lê hatiye xistin û diyar kir ku ev tişt li dijî mirovayetiyê sûc e.
Artêşa Tirk li Dersimê li gelek cihan agir bi daristanan dixe. Heyeta KESK’ê çû herêma ku agir lê hatiye xistin û diyar kir ku ev tişt li dijî mirovayetiyê sûc e.
Heyeteke KESK’ê çû serdana Geliyê Avgasor, Çemê Balî, gundê Muşkîrek, Çiyayê Sincik û Xaşîrokê, gundê Dîkenlî û Mahmût û Garîpûşagi yê Dersimê yên ku 6 roj in daristanên wê dişewite. Ji dûr ve jî qada ku agir pê ketiye, tê dîtin.
Heyet piştre çû Dersimê û li Qada Seyît Riza daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê KESK’ê Ramazan Gurbuz diyar kir ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ew vê rojê di nav şîddetê de derbas dikin. Gurbuz diyar kir ku mudaxelenekirina agir û şewatê kêşeyeke mezin e.
‘SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAYETIYÊ’
Gurbuz diyar kir ku şewata li Dersimê sûcê li dijî mirovayetiyê ye û got:“Ya ku dişewite, ne bi tenê dar e. Zindî, warên pîroz û dîrok jî tê şewitandin.”
VÊ CARÊ JÎ KÛTÛDERE HATE ŞEWITANDIN
Hate diyarkirin ku roja Înê Çemê Roj ê li herêma Kûtûdereyê bi şev ji aliyê artêşa Tirk hatiye bomberdûmankirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ket. Hate diyarkirin ku şewata li herêmê gelek belav bûye û heta niha tu mudaxele nehatiye kirin. Hate ragihandin ku gel dema xwest biçe agir bitefîne ji aliyê leşkerên Tirk hatine astengkirin.