Heyeta KCD'ê li Mexmûrê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin

Heyeta KCD'ê li Mexmûrê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin

Heyeta KCD'ê ku ji endamên Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçar û Mulkiye Bîrtane pêk tê serdana Wargeha Penaberan a Şehît Rustem kir. Heyeta KCD'ê û BDP'ê ji aliyê hezaran kesan ve bi alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatin pêşwazîkirin.

Heyeta KCD'ê ya ji endamên Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçar û Mulkiye Bîrtane, endamên Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Osman Ozçelîk, Mesud Çelîk û Vedat Çetîn, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu pêk dihat beriya biçe Hewlerê Wargeha Penaberan a Şehît Rustem ziyaret kir.

Heyeta ku bi Serokê Hukûmeta Herêmê Mesut Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî, navenda KDP û YNK'ê, Tevgera Goran, Partiya Komunîst, Yekgirtî Îslam, Komala Îslam, Partiya Zahmetkeşan a Kurdistan, PÇDK, Desteya Bilind a Kurd (DBK), Yekîtiya Parlamenteran û bi saziyên Hukûmeta Başûrê Kurdistan re hevdîtin pêk bîn, li Mexmûrê ji aliyê hezaran kesan ve bi alên PKK'ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin pêşwazîkirin.

Piştî heyet hate pêşwazîkirin, li ser navê heyetê Mulkiye Bîrtane gelê wargehê silav kir û armanca xwe ya hatina wargehê anî ziman. Bîrtane, diyar kir ku dema ew derbasî Başûrê Kurdistanê dibin her tim serdana wargehê jî dikin û wiha got:

"Ji ber ku bi salane hûn têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Em dizanin ku bi salane dilê we ji bo hesreta welat lê dide. Dilê me ji, ji bo we lê dide. Em bi têkoşîna we serbilind in. Bila dijminê me baş bizane ku em ê tevî hemû zilm û zordariya dijmin, têkoşîna xwe berdewam bikin.

Bîrtane li ser armanca hatina Başûrê Kurdistanê ji axivî û wiha got: "Hatina me ya herêma Kurdistanê li ser sê xalên bingehîn e. Xala yekemîn ev bi salane em behsa konferansa Neteweyî dikin. Em ê hevdîtinên xwe bi partiyên sivîl û saziyên sivîl li ser bingeha Konferansa Neteweyî bikin. gengeşeyên ku li Rojhilata Navîn, pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê yê di navbera Bexdayê û Hukûmeta Federal de hene, em ê bi saziyên sivîl re nêrinên xwe parve bikin. Pirsgirêka herî bingehîn a Rojavayê Kurdistanê ye. Em ê li ser rewşa Rojava jî hinek hevditinan pêk bînin. Em ê hevdîtinên xwe li ser van xalan ligel partiyên siyasî û saziyên sivîl bikin."

Di heman demê de parlamenterê Bajarê Wanê Ozdal Uçar ji nêrînên xwe bi gelê wargehê re parve kir.