Heyeta AGÎT çû serdana ÎHD’ê
Li Amedê di çerçoveya hilbijartina ku wê 24’ê Hezîranê li Tirkiye û Kurdistanê pêk were, heyeta AGÎT çû serdana Şaxa ÎHD’ê ya Amedê.
Li Amedê di çerçoveya hilbijartina ku wê 24’ê Hezîranê li Tirkiye û Kurdistanê pêk were, heyeta AGÎT çû serdana Şaxa ÎHD’ê ya Amedê.
Heyeta Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropa ku ji aliyê Çavdêrêrên Demê Dirêj Gent Ramadanî û Pekka Vîhervas ve hatiye pêkanîn, ji ber hilbijartina serokkomariyê û hilbijartina parlemerteriyê di çarçoveya serdanên xwe yên li bajar de, çû serdana Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê.
Endamên heyetê yên ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn, Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Abdulsselam Înceoren li gel Rêveberên Şaxa Amedê Ercan Yilmaz û Mûstefa Altintop ve hatin pêşwazîkirin, têkildarî hilbijartina bi darê zorê û pirsgirêkên ewlekariyê gotûbêj kirin.
Endamên heyetê piştî hevdîtinê û şûnde, ji bo hevdîtinên xwe bidomînin ji avahiya komeleyê veqetiyan.