Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê: Rewş krîtîk e!

Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê ku serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî yên di grevê de ne kir, hişyariya ‘rewş krîtîk e’ da.

Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê ku ji Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbol Gulseren Yolerî, Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Tabîbên Stenbolê (ÎTO), Serokê Şaxa Anatoliya a Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Erdal Guzel û Nûnerê Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Stenbol Umît Efe pêk tên, serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî di grevê de ne kir.

Heyetê piştî ziyaretê li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê da. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da û diyar kir ku Wezareta Dadê ji bo hevdîtina li gel rayedarên girtîgehê bersiva neyînî daye wan û tevî derbasî hepsê bûne jî rayedar bi wan re hevdîtinê nekirine.

Yolerî diyar kir ku ew bi çalakgerên greva birçîbûnê re hevdîtin kirin e û li Sîlîvriyê 18 girtî di greva birçîbûnê de ne û wê ji 1'ê Adarê şûn ve hejmara çalakgeran bigîhîje 200 girtiyî. Yolerî got rêveberiya girtîgehê pêdiviyên girtiyan ên vexwartek bicih tîne û di meha destpêkê de kêmasî di pêdiviyên wan de çêbûne. Yolerî diyar kir ku çalakger gelek zeîf bûne û got: "Rewşa nexweşiyê yên di girtiyan de peyda bûne asta krîtîkbûnê nîşan dide."

Yolerî anî ziman ku cezayê dîsîplînê li çalakgeran hatiye birîn û got: "Jixwe çalakger ji bo polîtîkaya tecrîdê şermezar bikin di grevê de ne. Her wiha dixwazin girtiyan bi cezayên mîna dîsîplînê tecrîd bikin. Ev jî ne hiqûqî û mirovî ye. Divê bi lezgînî ya pêwîst ji bo daxwaza girtiyan bê kirin. Girtiyan ji me re got 'di eksena Îmraliyê de civaka Tirkiyeyê tecrîd dikin. Heke tecrîd bişkê dê civak nefesek rehet bistîne. Ancak dawîlêanîna çalakiya me bi rakirina tecrîdê mimkin e."

Yolerî destnîşan kir ku hempîşeyê wan parêzer Selçûk Kozagaçli jî bi daxwaza edaletê 37 roj in di greva birçîbûnê de ye û wî jî ziyaret kirin e û heta daxwaza hempîşeyên wan bicih bê dê dawî li çalakiya xwe bînin.

Piştî Yolerî, Rêveberê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Murat Ekmez jî got: "Wezareta Dadê daxwaza hevdîtina me ya bi girtiyan re qebûl nekir. Lê me di derbarê tenduristiya wan de ji parêzeran agahî wergirt. Li gorî agahiyên me bi dest xistin kontrola tenduristiyê ya girtiyan nayê kirin."