Hewldanên Tirkiye ya dagirkirin Kerkûkê dewam dike

Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz bi Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Fincanî re hevdîtin kir û têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek da û got: “Ji bo balafirgeha Kerkûkê bikeve xizmetê, Tirkiye bi biryare di her warî de alîkarî bide Iraqê."

 Ev demeke ku Tirkiye bi rêya komên çete yên qaşo ji bo Eniya Tirkmen a Iraqê hatiye avakirin li Kerkûkê ketiye nava liv û tevgerê. Herî dawî Tirkiye Sefîrê xwe yê Mezin ê Bexda Fatîh Yildiz şande Kerkûk û Tuzxûrmatû peyamên dagirkirina Kerkûkê da.

Fatîh Yildiz li ser hesabê xwe yê fermî yê twîtterê diyar kir ku bi Wezîrê Veguhestina Iraqê Kazim Fîncanî re hevdîtin kir û ji bo balafirgeha Kerkûkê piştgiriya Tirkiyeyê aniye ziman.

Peyama Yildiz wiha ye: “Ji bo balafirgeha Kerkûkê bikeve xizmetê, Tirkiye bi biryare di her warî de alîkarî bide Iraqê. Ji bo Kerkûk di warê veguhestina hewayî ya bi cîhanê re erka bikeve ser milê Tirkiyeyê amade ye.”