'Hewl tê dayin ku Kurd bêne krîmînalîzekirin'
Parlamenter ê Partiya Çep Muhlîs Kocaaga serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a li Bremenê xist rojeva parlamenta eyaletê û bal kişand ser hewldanên ji bo krîmînalîzekirina Kurdan.
Parlamenter ê Partiya Çep Muhlîs Kocaaga serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a li Bremenê xist rojeva parlamenta eyaletê û bal kişand ser hewldanên ji bo krîmînalîzekirina Kurdan.
Polîsên Bremenê di 27'ê Nîsanê de avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK). Di serdegirtinê de ku hingî nêzî 35 kes li hundirê navendê bû, bi rengekî nivîskî agahdarî nehate kirin. Lêgerîna piştî serdegirtinê 6 saetan dewam kir. Parlamenterê Eyaleta Bremenê yê ji Partiya Çep Muhlîs Kocaaga ku mijar xist rojeva parlamenta eyaletê, ji ANF'ê re axivî.
Kocaaga ku nêzî 30-35 sal in di nava karên demokratîk legal de ye got, "Min beriya niha şahidî ji hin komele û serdegirtinên polîsan re kir. Lê belê serdegirtineke bi vî rengî cara yekê ye dibînim. Min nedîtibû ku serdegirtinek ewqasî dirêj dewam kir. Hinceta wê jî eşkere nekirin."
Kocaaga diyar kir ku wan hewl dan xwe bigihînin Wezareta Karên Hundir a Federal û Wezareta Karên Hundir a Bremenê û got, "Me hewl dan agahiyê werbigirin. Diyar kirin ku pêwendiya vê yekê bi wan re nîne, bi Hannover, Karên Navxweyî yên Niedersachsenê re heye. Piştre ya balkêş ew e ku dema min ji hevalên xwe yên derketin derve pirsî, min dît ku dest danîne ser telefonên wan û alavên wan ên taybet. Ne weke lêpirsîneke siyasî. Nêzîkatiyeke krîmînal hebû. Ev yek nayê qebûlkirin. Me ev yek bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand. Me got, em vê qebûl nakin. Di vê çarçoveyê de me pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kir ku bersivê bide. Qet nebe em bersivê ji pirsên 'Çima polîsan serdegirtin kirin, çi bi dest xistin' peyda bikin. Li gorî bersiva ku bidin em ê helwestê nîşan bidin."
KOMELE QANÛNÎ YE Û JI BO HER KESÎ VEKIRÎ YE
Kocaaga ragihand ku li Elmanyayê ji dema qedexeya li ser PKK'ê kete rojevê û pê ve hewldaneke krîmînalîzekirinê li hemberî Kurdan heye û got, "Li vê derê hewl tê dayin ku civaka Kurd bê krîmînalîzekirin, pêşî li rêxistiniya wan a navvxweyî bê girtin. Kurdan weke pirsgirêkê dibînin û dem bi dem zextên bi vî rengî dikin. Komeleyên Kurdan ên li Elmanyayê bi temamî li gorî qanûnên Elmanyayê hatine avakirin. Komeleyên girêdayî qanûnan e. Komeleyên li cemaweriyê vekirî ne; mirovên ji her nêrîna siyasî dikarin serdana komeleyan bikin, tevlî bibin û bi rengekî çalak di nav de bin. Li wê derê dem bi dem rewşeke şexsî rû bidin, mijarê digihînin asta civakî. Bi vî rengî hewl didin komeleyan, saziyan krîmînalîze bikin."
Kocaaga bi bîr xist ku yekemcar wan li Bremenê pîrozbahiya Newrozê li Parlamenta Bremenê lidar xistin û got, "Bi hewldanên xwe yên gihandina saziyên Kurd li nava dewletê, em dixwazin nîaşn bidin ku Kurd parçeyek ji vê civakê ne, dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin."