Hevserokê KONGRA-GEL Kartal: Tecrîd bi berxwedanê tê şikandin

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî bi berxwedana gel dibe.

Ji 10'ê Îlona 2016'an û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, ku ev 19 sal in li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Kurd bi fikar in. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bibîr xist, ku Ocalan gelê Kurd ji nava tarîtiyê derxist nava ronahiyê, lewma dewleta Tirk bi rengekî tolhildanê nêzî wî dibe û got, "Ev polîtîkayên dewletê bi têkoşîna berxwedêr a gelê Kurd dikare bên şikandin."

'DEWLET JI RÊBER APO DITIRSE'

Remzî Kartal bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 19 sal in di nava tecrîdê de ye û got, "Ev 7 sal in parêzer, saleke jî malbata û kesekî din nikarin wî bibînin. Di vî warî de fikarên me zêde ne. Divê em vê yekê bi rengekî vekirî bêjin; dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên hovane û kujeriyê yên li dijî gelê me, li hemberî Rêber Apo dimeşîne. Lazim e her kes bi vê zanibe. Em gel û tevger, ji rewşa jiyan û tenduristiya Rêber Apo bi fikar in." Kartal da zanîn, saziyên Kurdan û parêzerên Ocalan gelek caran serî li CPT û saziyên navneteweyî dan, lê belê di vî warî de agahî ji wan re nehatiye dayin.

Hevserokê KONGRA GEL Kartal diyar kir, dewleta Tirk êrîşî hemû destketiyên gelê Kurd ên li gelemperiya cîhanê dike û wiha dewam kir: "Tecrîda li ser Rêber Apo bi polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd ve girêdayî ye. Dewleta Tirk vê siyaseta xwe ne tenê li Bakurê Kurdistanê, lê li çar parçeyan dimeşîne. Di şexsê tevgera azadiyê de dixwaze vê îradeyê bişikîne. Ji bo vê jî bi rengekî hovane komkujiyan dike. Nûnerên Kurdan ên bi rêyên siyasî û demokratîk hatine hilbijartin xistiye girtîgehan. Û di nava rewşeke bi vî rengî de, di şexsê Rojava de dixwaze pêşî li pêvajoyeke bi kêrî Kurdan tê ya li Rojhilata Navîn bigire. Dewleta Tirk li pey wê ye ku îmaja Kurdan û ya tevgera azadiyê ku li gelemperiya cîhanê erênî ye, nebaş bike. Ligel vê dixwaze tecrîda li ser Rêber Apo bişidîne. Ji ber ku dewlet ji nêrînên Rêber Apo ditirse. Pêvajo çawa dibe bila bibe, Rêber Apo li gorî şert û mercên rojê plan û projeyê diafirîne. Carna gotineke bi tenê ya wî bandoreke mezin li ser pêvajoyê dike."

EM TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN

Kartal got, "Nasnameya Kurd qedexe bû. Her tişt di nava zext û zordariyê de bûn. Rêber Apo gelê Kurd ji nava tarîtiyê derxist nava ronahiyê. Gelê Kurd xist rojeva cîhanê. Lewma dewleta Tirk dixwaze tolê ji Rêber Apo hilîne" û bibîr xist, ku Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne, ew bi rengekî dîlgirtî di destê dewleta Tirk de ye.

Kartal wiha dewam kir: "Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Têkildarî wî, dewleta Tirk hiqûq û qanûnên xwe jî bi cih nîne. Eger girtiyekî ji rêzê bûya wê derfetên xwe hebûna ku parêzer û malbata xwe bibîne. Rêber Apo bi qanûneke taybet a ji bo wî hatiye derxistin, li Îmraliyê tê girtin. Tecrîda li ser Rêbe rApo jî weke şerê psîkolojîk ê dewletê yê li dijî gelê Kurd tê meşandin."

Kartal destnîşan kir, ku tecrîda li ser Ocalan ancax bi têkoşînê were şikandin û got, "Azadiya Rêber Apo bi berxwedanê ve girêdayî ye. Bi geşkirina berxwedan û têkoşîna gelê me re, wê neçar bimînin ku bi Rêber Apo re li dora maseyê rûnên. Çawa ku di dema AKP'ê de, yanî di sala 2012'an de bi berxwedana gel a li bajaran, berxwedana gerîla ya li çiyê û berxwedana mezin a li zindanan dewlet neçar ma û bi Rêber Apo re li dora maseyê rûnişt, wê vê carê jî bi heman rengî be."

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal da zanîn, zextên li ser dewleta Tirk divê werin zêdekirin û got, "Berxwedana gelê Kurd, têkoşîna gerîla di vê mijarê de stratejîk e. Eger ev berxwedan mezintir bibe, dewletên cîhanê yên bi Erdogan re di nava nakokiyê de ne, wê li gorî berjewendiyên xwe zextê li dewleta Tirk bikin. Dewleta ku li pêşberî zexta navxweyî û derve bê çare maye, wê neçar bimîne ku bi Rêber Apo re danûstandinan bike."

EM KAMPANYA 'AZADÎ JI OCALAN RE' MEZIN BIKIN

Kartal bibîr xist, tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên kujeriyê yên li dijî gelê Kurd tên meşandin, dîrokî ne û got, "Polîtîkaya li dijî gelê Kurd nabe ku tenê bi Erdogan re bê vegotin. Polîtîkayeke dewletê ya sed salî ye. Siyaseta qedandinê û înkarê ji nû ve di rojevê de ye. Ji ber vê yekê divê gelê me dengê xwe bilind bike. Dewlet Tirk ji ber polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn îro tengav bûye û bi tenê maye. Em gel, bi têkoşîna xwe dikarin vê rewşê veguherînin pêvajoya çareseriyê."

Kartal kampanya "Azadî ji Ocalan re" ya ku ji aliyê KCDK-E ve hatiye destpêkirin bibîr xist û got, "Xwedîderketina li Rêber Apo stratejiya me ya bignehîn e. Lewma em kampanya ji aliyê KCDK-E ve hatiye destpêkirin mezin bikin. Em li gelemperiya Ewropa û cîhanê belav bikin. Divê gelê me çalakiyên cihêreng lidar bixe û tevî dostên xwe û saziyên navneteweyî mijara azadiya Rêber Apo bixin rojeva cîhanê. Nêrînên Rêber Apo îro li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji jiyaneke nû re dikin. Di demeke bi vî rengî de wê piştgiriyeke xurt ji kampanyayê re bê dayin. Ev yek jî wê ji bo azadiya Rêber Apo pêşketinek be."