Hevserokê KCD’ê Turk li PE’yê dest bi hevdîtinan kir

Hevserokê KCD’ê Turk li PE’yê dest bi hevdîtinan kir

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û nunerê BDP’ê yê Ewropayê Faruk Doru ji bo hêvî û bendewariyên gelê Kurd ên ji rapora Tirkiyeyê ku dê di Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê de bê gotûbêjkirin û ji bo bendewariyên xwe yên ji bo pêvajoya nû bîninziman li PE’yê dest bi xebatê kirin.

Koma Yekgirtî ya Çepgir a PE’yê, ji bo zêdetir bikare ji pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û rewşa Kurdan agahdar bibe, civîna koma xwe betal kir û rojevê ji Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk re hişt. Ahmet Turk bal kişand ku ev nêzî 6 mehan e hevdîtina di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de didome û diyar kir ku daxwazên aliyê Kurdan esasgirtina biratiya gelan e, divê her kes bikare bi zimanê xwe yê zikmakî  perwerde bibîne û li cihên ku hejmara wan piranî ye divê bigihe mafê xwe yê rêveberiyê, her wiha daxwaza welateke demokratîk dikin û destnîşan kir ku daxwazên wan dikarin bên pêkanîn.

Ahmet Turk destnîşan kir ku divê makeqanûna ku li Tirkiyeyê nû tê amadekirin rê nede înkar, asîmlasyon, nijadperestiyê û diyar ku ger bi vê yekê maf û hebûna Kurdan bê nasîn, aşitiyeke mayinde dikare pêk were.  Turk ku diyar kir ku aliyê Kurdan jibo aramî û aşitiya herêmê xwedî projeyeke baş in, da zanîn ku careke din bi peyama Ocalan a di Newrozê de ev yek hate ragihandin û got: “Lê li gorî ku me dît desthilatiya li Tirkiyeyê ne xwediyê projeyeke wisa ye ku bikare bi wê yekê baweriyê bide Kurdan.”

KURD LI ROJHILATA NAVÎN AKTOR IN

Turk destnîşan kir ku Kurdan li Tirkiyeyê pêvajoyeke stratejîk û dîrokî li Tirkiyeyê daye destpêkirin, xwest ku Yekitiya Ewropa vê yekê bibîne û êdî bi awayeke ciddî berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. Turk diyar kir ku divê YE’ya ku mafê mirovan û biratiya gelan ji berjewendiyên aborî û berjewendiyên din girîntir dibîne, careke dinli rastiya nû ya Rojhilata Navîn binêre. Turk destnîşan kir ku êdî Kurd li Rojhilata Navîn bûne xwedî roleke girîng û êdî bûne aktor û da zanîn ku YE bi ezmûneke nû ya Kurd û Tirkan re rû bi rû ye. Ahmet Turk destnîşan kir ku li gel pêşketina vê pêvajoyê Kurd bi pênaseyên weke “terorê” tê binavkirin û got ku ev yek dê aşitiyê û çareseriya pirsgirêkan zortirbike.

KONFERANSA KURDAN NÊZÎK E

Ahmet Turk bersiv da pirsên derbarê Krudan de ên ku ji aliyê nuner û rayedarên kom Çepgir a Parlementoya Ewropayê ve hate pirsîn û got: “Kurd li welatê ku lê dijîn polîtîze bûne, xwe bi rêxistin kirine û hev du bi awayekepir baş dişopînin.” Turk bi bîr xist ku yekitiyeke dildarî di navbera Kurdan de heye û got ku li gorî çavdêriyên ji hevdîtinên wan ên bi rayedarên Başûrê Kurdistanê, nunerên Kurdên Sûriye û Îranê re pêk pêk anîne, konferanseke navneteweyî ya Kurdan di rojevê de ye. Turk da zanîn ku ev yek dê di demeke pir nêzîk de, bi îhtîmaleke mezin dê li Başûrê Kurdistanê pêk bê.

Her wiha, hate zanînku dê şandeya BDP’ê bi serokên komên polîtîk, endamên komîsyona têkiliyên derve ya PE’yê, parlementerên ji komên cûda yên ku bi maseya Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd re eleqeder dibin re hevdîtinan pêk bînin.

Di hevdîtinê de, dê hêvî û bendewariyên Kurdan ên ji bo Rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê ya Ewropayê ku dê roja çarşemê saet di 17.00 de were rojeva Lijneya Giştî ya PE’yê û pêvajoya nû ya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, bendewarî û berpirsyartiyên Ewropayê bînin rojevê. Şandeya Kurdan dê roja 17’ê nîsanê çarşemê, saet di 15.00 de li navenda çapemeniyê ya PE’yê, dê beşdarî civîna çapemeniyê ya sernavê “Têkiliyên YE-Tirkieyê û di çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka Kurd de muzakereyên di navbera Ocalan û Erdogan” de ku ji aliyê Koma Çepgir a PE ve tê organîzekirin bibin.